Xebatkarên TV 10, 40 heftene li Edaletê digerin 2017-07-08 16:13:27 STENBOL - Xebatkarên TV 10, ji bo televîzyona wan bê vekirin, di hefteya 40’emîn kom bûn û daxwazên xwe anîn ziman. Xebatkarên TV10 a bi KHK'ê hat girtin, ji bo dîsa televizyona wan vebe, di hefteya 40'emîn de li Qada Galatasarayê kom bûn û daxwazên xwe anîn ziman. Endama MYK'ê ya HDP'ê Çilem Kuçukkeleş, hunermendê sînemayê Yusuf Çetin, nûnerên saziyên elewî û saziyên demokratîk jî tev li çalakiyê bûn û piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de diyar kirin ku Çil, Çile, Ji bo Çileyan û Mizgefta Çile ji bo elewiyan xwedî wateyek taybet e û li ser girîngiya çalakiya hefteya 40’emîn rawestiyan. Di çalakiyê de pankrata “Dengê elewiyan TV10 nayê bêdengkirin" vekirin û siloganên “Çapemeniya azad nayê bêdeng kirin" û “Dengê elewiyan nayê bedengkirin" hat berzkirin. Di çalakiyê de Gerînendeyê Giştî yê TV10 Veli Buyukşahin, anî ziman ku TV 10 di payiza 2011’an de hat avakirin û li pişt TV 10 tu hêza sermayê tune bû. Buyukşahîn, anî ziman ku televîzyon bi lokmayê elewiyan hat avakirin û wiha got: "Çalakiya ku em li qadê dikin ne tenê ji bo xwe. ji bo rojnamegerên girtî, televîzyonên hatin girtin û hemû rojnamegerên betal em dikin." Çalakî bi deyîşê hunermendên elewî bi dawî bû .