Qedexeyên li Mêrdînê 10 hezar pez birçî hişt 2017-07-08 16:30:03 MÊRDÎN – Qedexeya derketina derve ya li 23 gundên Mêrdînê ku di 7'ê Tîrmehê de dest pê kiribû didome. Gundiyên derketina derve li wan hatin qedexekirin 10 hezar pezên wan di axuran de asê man û nikarin derxin çêrê. Pezêgundiyan 2 rojin birçî ye. Di 7'ê Tîrmehê de li 23 gundên navbera Nisêbîn, Mahsert û Artuklu yên Mêrdînê qedexeya derketina derve hat îlan kirin. Xedexeya derketina derve ya duh li gundê Kewarêx, Yestê, Mitsinê yên navçeya Mehsertê, gundên Xirveka, Derçemê, Çalê, Herbê, Habisê, Bizgur, Cinata Miho, Cinata Heso, Kurikistilil, Xerabê Baba, Sitilîlê, Cibilgirav, Talatê, Xirabreşkê, Serikanya, Bezek, Şabanê yên navçeya Nisebîne û gundên Ahmetli, Aytepe û Sarincê yên Artukluyê di roja 2’emîn de berdewam dike. GUND KIRIN ZINDAN Leşkerên ku li çoltarên gund bi cih bûne û lêgerînê pêk tînin nahêlin welatiyê ji gundên xwe derkevin. Leşkeran derketina derve li welatiyan qedexe kiri nû destûr nadin welatî biçin nava zeviyên xwe û pezê xwe derxin çêrê. Welatiyên ku nêzî 10 hezar pezên wan di nava gund de asê maye nikarin derxin çêrê. Welatiyên ku ji ber astengiyê nikarin derkevin, bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku nikarin pezê xwe derxin çêrê û nikarin biçin ser çandinî û zeviyên xwe. Welatiyan anîn ziman ku ev zilm e û ew vê zilmê qebûl nakin.