Jina bi guman birîndar bû jiyana xwe ji dest da 2017-07-08 17:14:25 ANTALYA – Hemşîre Gulşen Yamanol a 3 roj berê bi guman birîndar hat dîtin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Li Antalay 3 roj berê hemşîre Gulşen Yamanol (38) birîndar hat ditin. Yamanol a ku birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku li ser milê Yamanol enjektekirina 5 morfîn û dermanên cûr bi cûr hatine dîtin. Cenazeyê Yamanol ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Antalya. Hat zanîn ku dê cenazeyê Yamanol sibê li navçeya Serîk bê definkirin.