Akademîsyen Gulmen cara 6’emîn hat binçavkirin 2016-11-15 14:09:39 ENQERE - Akademîsyen Nuriye Gulmen, di çalakiya li sr kolana Yukselê cara 6’emîn hat binçavkirin. Akademîsyen Nuriye Gulmen ku bi biryaranameya OHAL’ê ji peywira xwe ya li Zanîngeha Selçûkê hat durxistin, îro cara 6’emîn hat binçavkirin. Gulmen ku li ber Abideya Mafê Mirovan a li ser kolana Yukselê çalakî li dar dixist bi lez û bez hat binçavkirin. Gulmen, k udi roja 6’emîn a çalakiya xwe de dîsan hat binçavkirin bi gotinên “Dovîzên min bidin min, êdî bese, ez wekî akademîsyeneke ku ji kar hatime derxistin karê xwe paşde dixwazim. Ez ne dizim, ne qatilim hûn çima min digirin binçavan. Ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Min bedrin, ez ê her tim bêjim ez karê xwe dixwazim” bertek nîşan da.