Hevşaredara Çelê Dûman jî hat girtin 2016-12-08 18:52:13 COLEMÊRG - Li Çelê piştî duh Hevşaredar Servet Tûnç hat girtin, îro jî hevşaredar Hîlal dûman hat girtin. Li Çelêya Colemêrgê di operasyonên hemwext ên di 3'yê kanûna 2016'an de hevşaredarên Şaredariya Çelê Hîlal Dûman û Servet Tûnç jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin. Piştî karên li Muduriyeta Polîsan a Çelê, Hevşaredar Servet Tûnç duh sewqî dadgehê hat kirin û hat girtin. Di darizandina ku îro jî doman de, Hevşaredar Hîlal Dûman, Alîgirê Serokê Şaredariyê Hidir Demîroglû, serokê şaredariyê yê berê Mehmet Kanar, Hevserokê HDP'a Navçeyê Cûmhûr Erdemîr bi tawanbariya "endamê rêxistinê" hatin girtin û her wiha welatiyên bi navê Osman Kanar, Kazim Tekînalp û Remzî Kanat jî serbest hatin berdan.