Gulpî: Tirkiye ditirse piştî têkçûna DAÎŞ'ê dor bê wê 2017-07-09 10:31:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Berpirsê Akademiya Siyaset û Hizrê Demokratîk Dr. Fayîq Gulpî, têkildarî hewldanên Tirkiye ya êrîşkirina Kantona Efrînê diyar kir ku Tirkiye bi vê yekê dixwaze operasyona li dijî DAIŞ’ê ya li Reqayê lawaz bike. Gulpî, ani ziman ku Tirkiye ditirse ku piştî DAÎŞ têk biçe dor bê wê. Siyasetmedar û Berpirsê Akademiya Siyaset û Hizrê Demokratîk Dr. Fayîq Gulpî têkildarî armanca êrîşên Tirkiyê ya li ser Kantona Efrînê ya ji ROJNEWS'ê re axivî. Fayîq Gulpî, helwesta Tirkiye jî rexne kir û wiha got: Dewleta Tirk rejîmek faşîste. Dewleta Tirk xwe li deskeftiyên gelê Kurd na ragire. Li her cihekê ku gelê Kurd bibe xwedî deskeftiyên xwe, dewleta Tirk hewl daye tine bike, lê bi ser neketiye.” Fayîq Gulpî, li ser armanca duyem a Tirkiye rawestiya û wiha berdewam kir: "Armanc dike ku têkçûna çeteyên DAIŞ’ê dereng bixe. Ji ber ku têkiliya Tirkiye bi awayek cûda li gel çeteyên DAIŞ’ê heye. Ji ber ku tirsa Tirkiyê ewe ku piştî têkçûna DAIŞ’ê dora têkçûnê ya Tirkiyê be. Dewleta Tirk ji bo lewaz kirina operasyona ser Reqayê, êrîşî Kantona Efrînê dike. Dewleta Tirk dixwaze di siberoja Sûriyê de bibe xwedî rol. Eger herêmek bixe bin destê xwe, yan jî bikeve bin destê hevpeymanên Tirkiyê, wê demê wê di Sûriyê de bibe xwedî rol. Lê bi van gefên ku dike, eger şer jî neke, hinek destkeftiyên siyasî bi dest nayne.” Fayîq Gulpî di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku gelê Kurd li Efrînê mil bi milê hêzên YPG û QSD’ê bûye xwedî îradeyek ku di meşa mezin a Efrînê de vê nîşan da û wiha pêdeçû: “Ji bilî hebûna hêzên hevgirtî ya Efrînê, gelek xwedî îradeye û di hêla coxrafîk de jî stratejiye. Li gorî min eger dewleta Tirk êrîşî Efrînê bike, wê ji bo leşkerên Tirk bibe. Heya niha Rusya û Amerîka bi fermî helwesta xwe nîşan ne dane. Dibe ku bixwazin rê bide Tirkiye ku sînor derbas bike. Ji ber ku çi planên Tirkiye yên di van salên dawî de li ser asta Sûriye û herêmê hene, civaka navnetewî guh nade wan planan. Ji ber wê Tirkiye wê di êrîş kirina xwe ya ser Efrînê de têkbiçe.”