Çiyayê Tendûrekê tê bombekirin 2017-07-09 10:47:19 AGIRÎ - Piştî tevgera hewayî ya li Çiyayên Tendûrekê, di saetên şevê de balafirên F-16 herêm dan ber bombeyan. Çiyayên Tendûrekê yên di navbera navçeyên Gîhadîn û Bazîdê yên Agiriyê û navçeya Çaldêranê ya Wanê de, bi helîkopter û balafiran hat bombekirin. Êrîşa hewayî di saetên êvarê de dest pê kir, heta saetên şevê berdewam kir, êrîşa hewayî ji gundên Mîrzecan û Darikê yên Gîhadînê bi zelalî dihat dîtin. Bandora deng heta navenda Gîhadînê jî hat bihîstin. Operasyona di 24'ê Gulanê de li herêmê hatibû destpêkirin, bi mehan e berdewam dike.