Mîtînga Stenbolê ya KESK'ê jî hat qedexekirin 2016-12-08 18:55:44 STENBOL - Platforma Şaxên Stenbolê ya KESK'ê xwest di 11'ê kanûnê de li dijî OHAL'ê li Bazara Gel a Bakirkoya Stenbolê mîtîngekê li dar bixe, lê mîtîng ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve hat qedexekirin. Platforma Şaxên Stenbolê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkaran (KESK) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku, mîtînga ku wê wan di 11'ê kanûnê de li Bazara Gel a Bakirkoya Stenbolê saet di navbera 13.00-17.00'an de bi şîara "Gel Beriya OHAL û KHK'yan Tên!" Em ê Teslîmî Îxrackirinên We, Sirgûn û Cezakirinên We Nebin" li dar bixistana, ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve hatiye qedexekirin. KESK, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, piştî nirxandinan ew tewra xwe yî li dijî vê biryaraê bi raya giştî re parve bikin.