Parka Maltepeyê ji 'Mîtînga Edaletê' re amade ye 2017-07-09 13:22:47 STENBOL - Meşa Edaletê ya ji Enqereyê heta Stenbolê hat destpêkirin, dê li Parka Maltepeyê "Mîtînga Edaletê" bê lidarxistin û amadekarî bi dawî bûn. Li qada mîtîngê pankarta mezin a li ser nivîsa "Ji meqamên eleqedar re" ku balê dikişîne ser rewşa girtiyên nexweş ên demek dirêj e di girtîgehê de ne û tê xwesin ku girtî bên berdan. Meşa Edaletê ya ji Enqereyê hat destpêkirin û ber bi Stenbolê ve diçe, di roja 25'emîn de ye, dê bi mîtînga li Maltepeya Stenbolê bi dawî bibe. Tê gotin ku dê mîtîng di saet 18.00'an de li Parka Maltepeyê destpê bike. Li qadê ledên mezin hatine bi cihkirin û bi fîlemayên "Edaletê" qad hat xemilanin. Li qadê ji gelek beşan, ji bo hemû mirovan edalet tê xwestin û bi taybetî girtiyên nexweş ên demek dirêj in di girtîgehê de ne û rewşa wan her ku diçe xirab dibe, pankartek mezin hat daliqandin û bang li rayedarên dewletê hat kirin. JI DU BASKAN VE MEŞ Baskê Bostanciyê û Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu lê ye, dê saet di 16.00'an de bi meşê bikeve qadê, tê gotin ku dê Kiliçdaroglu ji pêravên Dragonê bi 3 kîlometreyî bimeşe û bê qada mîtîngê.