'Kî terorîst e dîrok dê terorîstiya wî binivîse' 2017-07-09 13:42:08 ENQERE - Piştî Serokomar Erdogan Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş wekî "terorîst" pênsekiribû, di 4'emîn Kongreya Awarte ya DBP'ê de bertekên tund li dijî Erdogan derketin pêş. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven got ku "Ji kesên ku Dayika Taybet qetilkirin û li kuçeyê hiştin re terorîst tê gotin". Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay jî aşkera kir ku terorîst kî ye dê ji hêla dîrokê ve bê nivîsandin. Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven beşdarî 4'emîn Kongreya Awarte ya DBP'e bû, bertekên tund nîşanî axaftinên Serokomar Tayyîp Erdogan di Zîrveya G20'an de bi kar anîbû. Erdogn Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş wekî "terorîst" pênase kiribû. Guven aşkera kir ku terorîst ji wan kesên ku dayika Taybet qetilkirin û li kuçeyê hiştin re tê gotin û wiha axivî: "Terorîst ew kesêli Roboskê 34 kes qetilkirin, li Cizîrê mirov di jêrzemînan de şewitandin e. Gelê kurd baş dizane kî terorîst e. Ev kesana her dem pênaseyên wiha li pêşengên kurdan kirine; lê sifat her dem cihê xwe girtiye." 'DÊ EV ZILIM BIQEDE, DÊ BERXWEDAN BI SER KEVE' Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Koçyigît jî da zanîn ku dê ev zilim rojekî biqede û wiha axivî: "AKP dergevaniya pergaleke rizyayî dike. Hevkariya AKP-MHP û Ergenekonê ji bo 'kurd rojê nebînin' hatiye avakirin. Kurd di navbera gelan de hevgirtinê pêk tînin, bûne stêrka sedsalê ya Rojhilata Navîn. Dê ev têkoşîn dereng an zû me bibe serkeftinê. Mazlum Dogan çi gotibû: 'Berxwedan dibe serkeftinê, îxanet teslîmyet e'. Em jî dizanin ku dê berxwedan bibe serkeftinê. An azadî, an azadî." 'DÊ TÊKOŞÎNA DBP'Ê BERDEWAM BIKEN' Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay aşkera kir ku DBP'ya di hedefa êrîşan de ye, têkoşîneke mezin a demokrasiyê dide û wiha pê de çû: "Kesên ev têkoşîn dan, di dîrokê de gelek rê buhurandin. Dê ev têkoşîn îro ew kesên me navên wan bi bîr anîn ên wekî Mehmet Tunçan û Asiye Yukselan dê bigihêne paşerojê." Kemalbay bertek nîşanî axaftinên serokomarê tirk Erdogan ên der barê Demîrtaş de kiribûn jî da û got ku "Terorîst kê ye dê ji hêla dîrokê ve bê nivîsandin." û wiha got: "Em a niha ji wî re vê bêjin, dê dîrok kê terorîst e binvîse. Dê hesabê Şirnex, Cizîr, Gever û hemû bajaran teqes bê pirsîn. Dê wê demê dîrok binvîse ka kê terorîst e."