Li Kolana Yukselê dîsa êrîş kirin bi lêdanê binçav kirin 2017-07-09 14:53:39 ENERE - Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" 243 roj e li Kolana Yukselê dewam dike, polîsan êrîş kir û kedkarê cemaweriyê Murat Çeşme derb kirin û ew kirin binçavan Kedkarên cemaweriyê Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça bi rêya Biryara di Hukmê Qanûnî (KHK) de ji kar hatin avêtin, çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo vegerin karê xwe dane destpêkirin, 123 roj e didome, kedkarên cemaweriyê jî li derve ji bo piştgiriyê bidin berxwedana wan her roj li Kolaya Yukselê xwedî li çalakiya wa derdikevin. Wekî her rojê kedkaran îro jî xwest li ber Birdariya Mafê Mirovan daxuyaniyê bidin. Çalakvan li Kuçeya Konurê li hev civiyan û xwestin berbi birdariyê ve bimeşin, lê polîsan destûr neda û êrîşê wan kir. Di êrîşa polîsan de Murat Çeşme bi lêdanê hat binçavkirin.