Hiqûqnas: Erdogan suç dike 2017-07-09 15:08:32 STENBOL - Hiqûqnasan bertek nişanî gotina Serokomar Erdogan a "Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş terorîst e" dan û diyar kirin ku Serokomar Erdogan sûc dike. Hiqûqnasan, anîn ziman ku Erdogan xwe dixe şûna darazê û ceza dike. Serokomar Recep Tayyip Erdogan piştî civîna G20 daxuyanî da û ji bo Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş got "Ew terorîst e". Li dijî gotina Erdogan bertek û nerazibûn zêde dibin. Hiqûqnasan, bertek nîşanî Erdogan dan û diyar kirin ku Erdogan xwe dixe şûna darazê û pêşîn biryara ceza dide. Hiqûqnasan, anî ziman ku Erdogan serokê partiyek siyasî ye. Prz. Omer Kavili, diyar kir ku Erdogan serê partiyek siyasî ye û mafê wî yê heqaret bike û sucdar bike tune ye. Kavîlî wiha got: "Gotina terorist, gotina reşkirinê ye. Ji aliyê hiqûqê ve ne rast e. Gotina "Terorist" tê wateya tirsandina mirovan, hewldanê zext û zordariyên avakirina tirsê ye. Ger ku Serokê partiyekê ji Serokê partiyek siyasî re wisa bêje tê wateya "Ew kes di nava tewletê de bi tirsê karê xwe dike. Xebatên siyasî ne xebatên terorê ne. Erdogan bi tirsa ku hêza destê xwe winda bike mafê vê gotinê di destê xwe de dibîne." ENCAMA BÊ HIQÛQÊ YE Kavili, anî ziman ku dema darizandin bidome, tivê tu gotinên ku darazê û darizandinê têxe bin bandora xwe neyê kirin û wiha got: "Divê dozger û dadger nekevin bin bandorê. Niha Serokomar bandorê li ser dadger û dozger dike. Serokê Giştî yê AKP'ê raste rast fermanê dide darazê. Gotina Erdogan a li dijî hempîşeyê me Demirtaş gotinek dijhiqûqî ye. Hêzê jahr dike." Prz. Sinan Zincir, jî anî ziman ku Demîrtaş, hevserokê Partiyek siyasî û vîna 6 milyon kesan e û wiha got: "Em bi Serokomarê ku xwe her tişt dihesibîne, xwe dixe şûna her tiştî, xwe wekî dadger û darazê dibîne re rû bi rû ne. Erdogan bi hêzanî mirovan deq dike û reş dike. Gtinên Erdogan ên li hemberî Demîrtaş fermana darazê ye. Erdogan bi vi rengî sûc kiriye. Erdogan bi gotina "Terorîst" ferman daye darazê û sûc kiriye. Ger ku sibê biryar bê dayîn jî şirîkê vê biryarê Erdogan e. Erdogan xwe dixe şûna darazê û ji niha de biryara hikum dide. Erdogan hiqûq xistiye bin piyan. Erdogan gel teşwîkî dijminantiyê dike. ‘NAYÊ QEBÛL KIRIN’ Parêzer Selçuk Kozagaçli, da zanîn ku li Tirkiyeyê daraz û parlamento li derdora Serokomar û Qesrê kom bûye û wiha got: “Pêwîstî bi biryara daraz û parlamentoyê nabînin. Ji xwe ev her du hêzan hebûn û nirxê xwe winda kiriye. Tu caran nayê qebûlkirin ku Serokomar Erdogan ji Demîrtaş re bibêje ‘terorîst’.” ‘ÎSPT KIR KU DÎKTATORE’ Parêzer Ercan Kanar, da zanîn ku Erdogan bi bikaranîna îfadeyek wiha dîktatoriya xwe îspat kir û wiha pê de çû: “Ji kesekê ku dengê 6 milyon kesî girtiye û ji bo aştiyê têdikoşe re gotina ‘terorîst’ bikaranîn heqarete. Ev yek tê wateya bandora li ser darazê û wan di bin vesayetê de dihêle. Erdogan bi van nirxandinan bêrêziyê li dijî têkoşîna azadiy gelan dike. Wekî Hîtler, Mussolini, Franko û dîktatorên ku dawiya wan husrane diaxive.” 'EM Ê SERLÊDANA SÛC BIKIN’ Kanar anî ziman ku her çiqas destnedana Demîrtaş hebe jî wekî parêzerên wî dê serlêdana sûc bikin û wiha axivî: “Divê em li Stenbolê daxuyaniyekê bidin û bersiva Erdogan heq dike bidin. Ev gotinên Erdogan bandorê li ser têkoşîna azadiyê ya Demîrtaş nake û dê li pêşiya têkoşîna me ya azadî, wekhevî û dempkrasiyê nebe asteng. Demîrtaş û em tu caran serî natewînin.”