Jina du canî ya di bin çavan de di tevgerê de zehmetiyan dikişîne 2017-07-09 18:23:55 ÎZMÎR – Di 3'yê Tîrmehê de li Îzmîrê jina bi navê Zara Koç a 9 meh e du canî hatibû binçavkirin, parêzera Koç Nezahat Paşa aşkera kir ku îfadeya Koç hatiye girtin, lê di tevgerê de zehmetiyan dikişîne. Di 3'yê Tîrmehê de li Îzmîr û Mêrdînê di serdagirtina malan de gelek kes hatibûn binçavkirin, li Îzmîrê jina bi navê Zara Koç ya 9 meh e du canî ne, bi giştî 13 kes hatibûn binçavkirin. Di 8'ê Tîrmehê de dema îfadeya Koç hat girtin, parêzer Nezahat Paşa da zanîn ku di dema îfadeyê de Koç di rabûn û rûniştinê de zehmetî dikişand û laşê wê diguvêşe. CARA DUYEMÎN BI SER MALÊ DE GIRITIN Xizmên Koç diyar kirin ku duhê li navçeya Torbaliyê polîsên tevgera taybet bi ser mala Koç de girtine û ev tişt hat gotin: "Di malê de dîsa lêgerîn pêk anîn. Beşek pere, telefonek û saetek bi hinceta delîl in destaser kirin. Dîsa gefên wekî 'Hûn agahî bidin hin kesan, an jî ji kesî re tiştekî bêjin, em ê li we xin' gef li me xwarin. Hema wisa dixistin qêrîn." Kesên di bin çavan de dê kêngê derxin edliyeyê ne diyar e.