Di qezayê de milê Pervîn Buldan şikest 2017-07-09 18:48:29 ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Îdirê û Serokwekîla TBMM'ê Pervîn Bulan di qezaya trafîkê de milê wê şikest. Parlamentera HDP'ê ya Îdirê û Serokwekîla TBMM'ê Pervîn Bulan dema bi maşîneya xwe diçû Navenda Giştî ya HDP'ê, bi maşîneyeke li hember dihat re li hev qelibîn. Buldan rakirin Nexweşxaneya Taybet a Guvenê, hat gotin ku milê wê şikestiye û dê wê bigirin emelyatê.