Cîhan Şêx Ahmet: Nûçe manîpulosyona Tirkiyeyê ye 2017-07-10 07:03:54 REQQA - Berdevka operasyona Reqqa ya Hêza Sûriyeya Demokratîk (QSD) Cîhan Şêx Ehmet , têkildarî nûçe çapemeniya Tirk a "Balafirên DYA çeperên YPG'ê bombe kir 30 endamên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan" daxuyanî da û diyar kir ku nûçe ne rast e û nûçe manîpulasyona Tirkiyeyê ye. Çapemeniya Tirkiye îdîa kir ku balafirên DYA bi şaşî çeperên YPG'ê bombe kiriye û 30 endamên YPG'ê jiyana xwe ji dest dane û 20 endamên YPG'ê jî birîndar bûne. Têkildarî agahiyên şaş Berdevka operasyona Reqqa ya Hêza Sûriyeya Demokratîk (QSD) Cîhan Şêx Ehmet , daxuyanî da û diyar kir ku nûçe ne rast e û nûçe manîpulasyona Tirkiyeyê ye. Cîhan Şêx Ehmet, anî ziman ku operasyona wan a li Reqqa dê heta dawî bidome û armanca van nûçeyan reşkirina operasyonê ye. Ehmet, anî ziman ku Dewleta Tirkiye ji bo hêza wan bişkîne û moral bide DAÎŞ'ê nûçeyên bi vî rengî belav dike û tu rastiya van nûçeyan tune ye.