Penaberê ji Sûriyeyê: Gel ji YPG, YPJ'ê bawer dike 2017-07-10 09:05:50 MELETÎ - Farîs Mîşte yê ji Sûriyeyê behsa şerê navxweyî yê li welatê xwe kir û aşkera kir ku li welatê wan şer, bombe, êş, heye, lê nan û av tune û wiha axivî: "Gel ne ji DAIŞ, Nusra û OSO'yê, ji YPG û YPJ'ê bawer dike. Ji ber ku YPG cudahiyê nake, hemû gelan diparêze." Welatiyê ji Humusê Farîs Mîşte (30) behsa şerê li Sûriyeyê kir û da zanîn ku berî 3 sê salan dema li Humusê polîs bûye, bi rêyên qaçaxî hatiye Meletiyê, niha li çewlikekî li sewalan mêze dike. Mîşte li taxa Gulpinara Jêrê di çewlikekî de dixebite, bi hevjîn û 2 zarokên xwe re dijî. Mîşte anî ziman ku şerê li welatê wan her ku diçe, ber bi rewşeke kambax ve diçe û piştrast dike ku berê hemû gel xwişk û birayên hev bûn, lê niha her cure pevçûn rû didin, ji ber ku wan ji zilma Esad re hew tamîşbûne, neçar mane ku ji welatê xwe derketine. 'DI ŞER DE ÊŞ HEYE, NAN Û AV TUNE' Mîşte destnîşan kir ku Humus di destê Esad de ye û wiha axivî: "Cih nema ku ji hêla Esad ve nehat bomebkirin. Malbata min hêj li Sûriyeyê ye, gelek xizmên min di şer de jiyana xwe ji dest dan. Ez li vir bi sewalan re mijûl dibim. Min li Sûriyeyê 6 salan karê polîstiyê kir. Piştî şer dest pê kir, em bi rêyên qaçaxî hatin vir. Em şer naxwazin. Di şer de bombe, êş hene, lê av û nan tune. Divê demek ji ya din zûtir ev şera bi dawî bibe. GEL JI YPG'Ê BAWER DIKIN Mîşte piştrast kir ku gelên li Sûriyeyê ji DAIŞ, El Nusra û ji komên Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) bawer nakin û wiha pê de çû: "Gel ji YPG û YPJ'e bawer dike. YPG cudahiyê naxe navbera ereb, kurd û tirkmenan. Hemû gelan hembêz dike û wan diparêz e. Ew ji bo welat dixebitin, lê ev komên din welatê xwe talan kirin."