'Êrîşa li dijî Efrînê ji êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî Kobanê cudatir nîne' 2017-07-10 09:06:57 ENQERE – Berdevkên partiyên çepgir û sosyalîst aşkera kirin ku êrîşeke hikumeta AKP'ê ya li dijî Efrînê şibandin êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî Kobanê û aşkera kirin ku dê ev êrîş bi gelan bide windakirin. Tirkiye demek dirêj e ji bo êrîşê Efrînê bike amadekariyê dike, ji hêla din ve jî ji hemû hêzên demokratîk û sosyalîst bertek gelek zêde dibin. Rayedarên hikumetê ev demeke bi axaftinên xwe êrîşa li dijî Efrînê sor dikin, çapemeniya alîgirê hikumetê jî ji hêlekê ve êrîşê rewa dide nîşan, ji hêlekê ve jî wekî ku Sûriye jî vê qebûl dike, propagandayeke reş dike. Hêzên çepgir û sosyalîst aşkera kirin ku ev êrîş li dijî destkeftiyên Şoreşa Rojava ye û gotin ku dê êrîş bi gelan bide winda kirin. ‘DÊ BI GELAN BIDE WINDAKIRIN’ Hevseroka Giştî ya Partiya Rizgariya Ji Nû ve Sosyalîst (SYKP) Tulay Hatîmoglullari da zanîn ku heke Tirkiye bikeve Efrînê, dibe careke din jê dernekeve, dê gelek windahiyan bide û wiha axivî: "Ev dê Tirkiyeyê raste rast bixe nav şerekî. Dê di warê civakî û aborî de rûxandineke mezin pêk bîne." Hatîmogullari da zanîn ku heke êrîşeke dagirkeriyê pêk bê, dê hêzên YPG û YPJ'ê bersivê bidin û wiha pê de çû: "Bi vî şerî re dê ji tevahiya sînorê Efrînê heta Hatayê bombe li Hatayê bibarin. Ev jî dê bi gelan bide windakirin. Ev êrîşeke li dijî destkeftiyên kurdan e, êrîşeke li dijî Efrînê, wekî êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî Kobanê ye." ‘POLÎTÎKAYA SÛRIYEYÊ ÎFLAS KIR’ Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan jî destnîşan kir ku dagirkirina Efrînê dê, şerê li Rojhilata Navîn kûr bike û wiha pê de çû: "Polîtîkaya Tirkiyeyê ya Sûriyeyê îflas kiriye. Polîtîkaya li ser Rojava dimeşand jî vala derket. AKP bi êrîşa li dijî Efrînê dixwaze xwe ser piyan bigire. Lê heke AKP êrîş bike dê gelek mezin winda ke." Gurkan piştrast kir ku parastina Efrînê karê wan ê bingehîn e û aşkera kir ku divê têkoşîna aştî û demokrasiyê ji hev cuda neyê destgirtin. Gurkan da zanîn ku ew dê ji bo Efrînê heta dawiyê tê bikoşin û got ku ev têkoşîn ji bo gelên li Tirkiyeyê ne be nabe ye. ‘ÊRÎŞA LI DIJÎ AZADI Û AŞTIYA GELAN E’ Alîkara Seroka Giştî ya Patiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Fadîme Çelebî derbirî ku Tirkiye li Rojhilata Navîn krîzên kûr derbas dike û ev tişt anî ziman: "Tirkiye hem di hundur û hem jî li derve pêkanînên antî demokratîk pêk tîne û dixwaze hemû muxalefetê bê deng bike." Çelebî piştrast kir ku êrîşa li dijî Efrînê li dijî azadî û aştiya gelan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Efrînê tenê kurd tune ne, gelên cuda yên li wir bi awayekî demokratîk û komînal bi hev re dijîn. Divê xeta têkoşînê bê diyarkirin." ‘DYA'YÊ JÎ XWESTIBÛ BIKEVE VÎETNAMÊ’ Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst û Azadiyê Sînan Çîftyurek da zanîn ku Tirkiye bi hêz e, lê gelê kurd mafdar e û ev tişt got: "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî bi hêz bûn, lê li dijî gelê Vîetnamê têk çû, ji ber ku gelê Vîetnamê mafdar bû." Çîftyurek anî ziman ku heke êrîşek li dijî Efrînê pêk bê, dê kurdên li çar parçeyên Kurdistanê rabin ser piyan û xwest Tirkiye dest ji vê xeyalê berde.