Hevşaredara Geverê Adile Kozay hat girtin 2016-12-08 21:20:12 COLEMÊRG - Hevşaredara Geverê Adîle Kozay a 5 roj berê hatibû binçavkirin, bi hinceta "endama rêxistinê" ye hat girtin. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê hevşaredar Adîle Kozay a 5 roj berê hatibû binçavkirin, piştî karên li Muduriyeta Polîsan a Navçeyê bi rêya pergala SEGBÎS’ê îfade da Serdozgeriya Komarê ya Geverê. Kozay a bi hinceta "endama rêxistinê" ye sewqî dadgehê hat kirin, hat girtin. Kirariyên 5 xebatkarên şaredariyê yên hatibûn binçavkirin jî, hîn berdewam dikin. Di heman dîrokê de Hevşaredarê Şemzînanê Seferî Yilmaz û Hevşaredarê Çelê Servet Tunç ên hatibûn binçavkirin jî hatibûn girtin. Her wiha Qaymaqamê Çelê jî îro wek qeyûm tayînê navçeya Çelê hatibû kirin. Dîsa 10 xebatkarên Şaredariya Geverê yên hatibûn binçavkirin jî, duh danê şevê piştî karên li muduriyeta polîsan serbest hatibûn berdan.