Piçek ji Mûaviye hinek ji Hîtler: Erdogan Gelo wateya îşareta Rabîa çi ye? 2017-07-10 09:30:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Mihyedîn Melko diyar kir ku Erdogan li hespê nijadperestiyê yê Dewlet Bahçelî sûyar bûye û bi gotinên Adolf Hîtler êrîşî nirxên kurdan dike. Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Mihyedîn Melko, li ser êrîşên Erdogan ên li dijî kurdan nivîsand. Melko di nivîsa xwe de anî ziman ku Erdogan li hespê Bahçelî suyar bûye û bi feraseta faşîzma Hîtler li dijî kurdan şer dike. Melko, diyar kir ku Serokê giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ku li hespê nîjadperestiyê yê Devlet Bahçelî siwar bûye, ji bo ku nêrîna xwe ya yekperest û faşîst bîne ziman sloganek peyda kiriye û wiha got: "Li hemberî daxwaza gelê kurd a statuya siyasî, çandî û civakî di her fersendê de dibêje; ‘Yek welat, yek al, yek netewe, yek ziman’… Em dizanin ku ev slogana rizî û genî ji aliyê Erdogan ve nehatiye afirandin. Ev gotin a bavê faşîzma alman Adolf Hîtler e. Dema ku wî qira cihûyan dianî û êrîşî welatên cîran dikir, dirûşma wî ew bû. Erdogan ji bo ku wateyeke nû li wê remza faşîzmê bike, çar tiliyên destekî xwe nîşan dide û qaşo sembola ‘Rabîa’ dike. Erdogan û aqilmendên AKP’ê îdia dikin ku remza Rabîa sembola berxwedana misriyên ku li dijî derbeya generalê derbekar Sîsî daketibûn kolanan e. Lê rastî ev e gelo? Bêguman ne wisa ye…" Melko, anî ziman ku wekî di gelek mijaran de AKP derewan û durûtiyê dike, di vê mijarê de jî ango der barê wateya remza ‘Rabîa’ de serî li heman rêyê dide. Melko, bal kişand ser dîroka îşareta rabîa û wiha berdewam kir: "Gelo bi rastî îşareta Rabîa di dîrokî de cara yekemîn kengî û ji hêla kê ve hatiye bikaranîn? Li gorî belgeyên dîrokî û agahiyên ku dîroknas didin, îşareta Rabîa wekî tê îdiakirin ne ji berxwedana misriyan a li dijî Sîsî tê, ew remz û sembol a Mûaviye bîn Ebû Sûfyan e. Mûaviye sazûmankarê Xanedana Emewiyan e. Di şerê misilmanan ê navxweyî de ku li Siffînê qewimî, Mûaviye li hemberî hêzên di bin fermandariya Hezretî Elî de bi ser neket lê bi qanihkirina heyeta hakeman û bi hîleyan xwe wek ‘Xelîfeyê Îslamê’ îlan kir. Di vê demê de misilman bûn sê parçe. Alîgirên Mûaviye (sûnî), alîgirên Elî (elewî) û yên bêalî (xaricî)… Piştî demekê xaricî bûn piştgirên Mûaviye û Elî dan kuştin. Mûaviye jî piştre ji bo ku doza xelîfetiyê nekin neviyên Elî, Hesen û Huseyîn dan kuştin. Piştî ku Mûaviye xelîfetiya xwe binecih kir, êdî di her fersendê de alîgirên Elî ango şiî tune hesibandin. Li gorî agahiyên dîroknas didin, Mûaviye her car destê xwe bilind dikir û îşareta ÇARTILÎ ango bi navekî din sembola Rabîa dikir û digot ‘Xelîfeyê çaremîn ez im’…" Melko, bibîr xist ku hemû dinya dizane ku Erdogan dixwaze bibe pêşengê sûniyan û wiha bi dawî kir: "Piştî demeke din alîgirên Mûaviye jî li hemberî hevrikên xwe îşareta ÇARTILÎ dikirin û ew bû remz û sembola wan. Rabîa jî navê bapîrê Mûaviye ye. Tê îdiakirin ku li ser wesiyeteke bapîrê xwe wî navê Rabîa li vê sembolê kiriye. Misriyên ku alîgirên Birayên Misilman in, jixwe parêzvanên esasî yên îslamiyeta sûnî ne. Lewre ew îşaret bû sembola Birayên Misilman. Erdogan jî bi zanebûn ev îşaret hilbijart û veguherand versiyona yekperest a Hîtler. Jixwe hemû dinya dizane ku Erdogan dixwaze bibe pêşengê sûniyan û xwe wek sultan-xelîfeyê wan îlan bike. Mixabin hîn jî hinek tirk û kurdên misilman bi van derewan dixapin û Erdogan wek rêberê xwe dibînin. Sed heyf û mixabin ku hîn jî rastiya Erdogan bi temamî nehatiye fêmkirin."