Kedkarên Kolana Yukselê serbest hatin berdan 2017-07-10 09:54:58 ENQERE – Kedkarên ji bo pişgiriya Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça di 5’ê tîrmehê de çalakî li darxistibûn û hatibûn binçavkirin bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Li kolana Yuksela Enqerê bi boneya piştgiriya Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça, di 5’ê tîrmehê de kedkar Esra Ozakça, Acun Karadag, Nazîfe Onay, Nazan Bozkurt û Erdogan Canpolat hatibûn binçavkirin. Her 5 kedkar piştî duh êvarê li dozgeriyê îfadeya wan hat girtin, bi daxwaza “Hepskirina malê” sewqî dadgehê kir. Piştî îfadeyên dadgehê 5 her kedkar bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.