Demîrtaş: Dereng an zû kî terorîst e dê zelal bibe 2017-07-10 11:13:44 ENQERE - Selahattîn Demîrtaş bersiv da gotinên Serokomar Erdogan ên "terorîst" û ev tişt got: "Pêvajoya darêzê ya tê meşandin, bi darêzê re tu eleqeya xwe tune, vekirî ye ku ev biryar ji hêla te ve hatiye dayîn û te em ji kulfeta îspatê rizgarkirin. Di nava tirsekê de bê mafî êrîşê min dikî, ev yek ji camêrtiyê dûr e. Dereng an jî zû dê kî terorîst e wê zelal bibe." Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li bajarê Hamburgê tev li Lûtkeya G-20'an bû û der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de peyva "terorîst" bi kar anî. Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bersiv da Erdogan. Daxuyaniya Demîrtaş wiha ye: "Ji Serokê Giştî yê AKP'ê re BANGA VEKIRÎ Destpêkê, di şexsê min de ew heqareta ku te ji vîna milyonan re kiriye ez li te vedigerînim. Lê ji hêlekê ve jî ji ber ku te ev yek aşkera kiriye ez dixwazim ji te re 'spasiyên xwe dikim.' Ev pêvajoya di bin navê darêzê de li dijî me tê meşandin tu eleqeya xwe bi darêzê re tune, tê dîtin ku biryar ji hêla te ve hatiye dayîn û te em ji kulfeta ispatê rizgar kirin. Ez bi vekirî bang dikim: Dozgerên ku ev 8 meh e di bin fermana te de ne, der barê banga min a ku tê gotin min gel di 6-8'ê Cotmehê di serhildanên Kobanê de derxstiye kuçeyan, tu delîlek nedîtine. Heke di destê te de delîleke wiha hebe, ez dixwazim tu van delîlan teslîmê dozgerên xwe yên bê çare bikî. Ji ber ku hêj dozê dest pê nekiribû te wekî hukmekî îlankiribû ku ez terorîst im û min 54 kes dane kuştin, hemû darizandin û hukmên ku îro şûn de derketin ne hewce ne ji ber ku te ev da nîşan ez 'spasiyên xwe' li te dikim. Dereng an jî zû ez dê derkevim pêşberî dozgeran. Dê li pêşberî raya giştî zelal bibe ku kê terorîst û kujer e. Di vê navberê de di serhildanên Kobanê de ji 54 kesên hatine qetilkirin, 44 ji wan HDP'î bûn. Dema di bûyerên Kobanê de mirovên me dihatin qetilkirin; Li Cizîr, Sûrê avahî dihatin rûxandin, sivîl dihatin qetilkirin, kesên ku derbeya 15'ê Tîrmehê pêk tanîn, wekî walî, fermandar, midurên polîsan, dozger û dadger li ser peywirê bûn. Tu dizanî ev kesê di derbeya 15'ê Tîrmehê de cih girtine û bi sedan welatiyên sivîl qetilkirine, cihê ku tu para wan a provakasyonê ya di komkujiya 6-8'ê Cotmehê de lêkolîn bikî, hemû sûcî davêjî ser min ji reqîbekê xwe tolê digirî, ev tiştekî pir ji rêzê û gaflet e. Her tiştê ku li welat diqewime sedema yekemîn a siyasî ew rêveberiya 15 sal e welat bi rêve dibe, yanî tu yî. Hewldana te ya vê yekê dide ji bîrkirin ji ber çavê min nareve. Her çendî ez di nava çar dîwaran de bim jî; di nava tirsekê de tu êrîşê min dikî ev bêmafî û ji camêriyê dûr e. Ez dixwazim tu biznibî; Ji derveyê Xwedê ez ji kesî natirsim. Ne ji te û ne jî ew zilimkarên di bin fermanda te de dixebitin, ez dê ji kesî merhametê hêvî nekim. Ez bizanibim ku dê emrê min ê heyî di girtîgehê de jî derbs bibe, ez dê bêrûmetiyê û teslîmbûnê qebûl nekim. Em wekî HDP û hemû dostên HDP'ê em ê li derve û li hundur li dijî faşîzmê te bikoşin û tu bawer bikî em ê di warê dirok de jî bi ser kevin. Ez di hucreyeke Tîpa F de jî bim wijdana min rihet e, tu bizanî ez bê tirs û kêfxweş im. Ji ber wê 'hêvî dikim' tu qet ji bo min 'netirsî'.