Komkujiya 10'ê Cotmehê ji nedîtî ve tên 2017-07-10 12:02:30 ENQERE - Seroka Komeleya Piştgiriyê û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşgun di meha 21'emîn a Komujiya Enqereyê de axivî û da zanîn ku têkoşîna wan a heq û edaletê nayê fêmkirin û wiha got: "Komkujî ji nedîtî ve tê." Dê 4'emîn rûniştina doza Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê, îro li 4'emîn Dadgeh Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin. Berî rûniştinê çalakiyeke bîranînê ji bo 102 kesan hat lidarxistin û di hefteya 21'emîn de kesên hatin qetilkirin li ber Gara Enqereyê hatin bibîranîn. Di bîranînê de xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane, wekîlên HDP'ê Mîthat Sancar û Fîlîz Kerestecîoglu û rêveberên girêdayê sendîkayên KESK'ê jî di nav de bi sedan kes amade bûn. 'HÊJ BÎRDARÎ NEHATIYE ÇÊKIRIN' Seroka Komeleya Piştgiriyê û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşgun di bîranînê de axivî û aşkera kir ku 21 meh bi ser komkujiyê re derbas bûye, hêj têkoşîna wan e edalet û aştiyê nehatiye fêmkirin û wiha axivî: "Komkujî ji nedîtî ve tên û naxwazin lêkolîn bikin. Em wekî komel însiyatîfê digirin des. Çi ji destê me bê, em dê ji wê zêdetir bikin." ÇIMA KES LI VIR TINE? Birayê Mesut Mak ê di komkujiyê de jiyanaq xwe ji dest da, Denîz Mak da zanîn ku kesên di Meşa Edaletê de cih giritn, divê beşdarî bîranîna 10'ê Cotmehê jî bûna û wiha pê de çû: "Em jî edaletê dixwazin, çima meşvanên edaletê li vir nînin." Sultan Yildiz jî li ser navê malbatên Pirsûsê axivî û wiha got: "Em vê têkoşînê berdewam bikin dê edalet cihê xwe bibîne. Bila ev pergal vê yekê ji bîr neke, em ê dest ji dozê bernedin." Wekîla HDP'ê Kerestecîoglu jî destnîşan kir ku her têkoşîn wekî kevirê li ser kevir bilind dibe û ev tişt anî ziman: "Em dixwazin li vir bîrdarî bê çêkirin, ew bîrdariyan dirûxînin." Malbatan piştî daxuyaniyê wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dayî hilgirtin û ber bi Edliyeya Enqerê ve dest bi meşê kirin, malbatan xwest li ber Deriyê C yê Edliyeyê daxuyaniyê bidin, polîsan bi hinceta biryara walî heye, nehiştin daxuyanî bêdayîn. Malbatan bertek da nîşan, piştî kontrola nasnameyan malbat derbasî edliyê bûn.