Mala jin û Şaredariya Gel li bajaroka El-Hîşe hatin vekirin 2017-07-10 12:33:17 REQA- Meclîsa Gel û Kongreya Star li bajaroka El-Hîşe Mala Jin û Şaredariya Gel a El-Hîşe vekirin. Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mustefa, berpirsê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Omer Elûş, endamên Meclîsa Sivîl a Reqayê û Melîsa bajaroka Eyn Îsa li gel şêniyên herêmê tevlî merasîmê bûn. Merasîm bi deqeyekê rêzgirtine destpê kir. Endama komîna El-Hîşe Rexdai Mihemed, axaftina vekirinê kir. Rexdai Mihemed vekirina her du saziyan li şêniyên bajaroka El-Hîşe pîroz kir. Endamê Meclîsa Gel a Eyn Îsa Mihemed Derwîş jî anî ziman ku bi saya fedakariya cangoriyan û berxwedaniya şervanên QSD`ê li eniyên şer hatine vekirin. Derwîş di berdewamiya gotinên xwe de anî ziman ku ew ê xwedî li xwîna cangoriyan derbikevin û gelê xwe di bin sîwana Fedraliya demokratîk de birêxistin bikin". Bi navê Kongreya Star Mûna Mihemed di merasîmê de axivî û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jin wiha vegot: "Bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan jin gihîşte asta ku xwe li her devere birêxistin bike û ji bo azadiya xwe têbikoşe." Di berdewamiya merasîmê de endamê Komîteya Têkiliyên Giştî ya MSD`ê Omer Elûş jî axivî û wiha got: "Di vê rojê em hem şer dikin hem welatê xwe ava dikin û bi vî awayî êrîşên li hemberî projeya Fedraliyê têkdibin. " Elûş di nava gotinên xwe de balkişand ser xebatên Meclîsa Sivîl a Reqayê û wiha got: " Meclîsa Sivîl a Reqayê bi roj û şev dixebitin û dixwaze herêmên nû hatina rizgarkirin birêxistin bike." Endamê Komîteya Têkiliyên Giştî ya MSD`ê Omer Elûş wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ji bo em Sûriyeke demokratîk li ser bingehê azad û wekhev avabikin, em ê têkoşîna xwe bidomînin." Di vê çarçevê de Hevseroka Şaredariya El-Hîşe Ibtîsam Hesen ji ajansa me ANHA`ê re axivî û wiha got: "Berî ku herêma me ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bibe çete em weke kole didan bikaranîn. Niha bi vekirina Mala Jin re em dikarin ji bo azadiya xwe têbikoşin."