KNK`ê Eniya Demokrasî û Gel ziyaret kir 2017-07-10 12:50:27 NAVENDA NÛÇEYAN – Heyeta KNK’ê ya ji bo platforma yekîtiya neteweyî serdanên xwe didomîne, Eniya Demokrasî û Gel ziyaret kir. KNK`ê ji bo Platforma Nîqaşkirina Yekîtiya Neteweyî ya Kurd a ku wê di 15-16’ê Tîrmehê de li Başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê were lidarxistin, hevdîtinên xwe yên bi partî û rewşenbîran re didomîne. KNK`ê vê carê jî çû serdana Eniya Demokrasî û Gel. Heyeta ku ji Alîkarê Hevserokên KNK’ê Tahîr Kemalîzade, Endama Konseya KNK’ê Perwîn Ezîz û endamê KNK’ê Ferhat Doskî pêk tê, ji aliyê heyeteke ku Serokê Eniya Demokrasî û Gel Dr. Mihemed Keyanî jî tê de bû, hate pêşwazîkirin. Piştî hevdîtina bi saetekê Kemalîzade û Keyanî daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê dan. Keyanî diyar kir ku ew bi serdan û xebata heyeta KNK’ê bextewar in û got, “Ji zû ve ye heyeta KNK’ê ji bo yekîtiyê xebateke mezin dike. Ev xebat ji bo me gelekî bi qîmet e. Em, Bereyî Gel jî sozê didin ku, em ê piştgiriya vê xebatê bikin. Ji ber ku em jî dizanin ji bo gelê me tişta herî girîng yekîtî ye.” Piştî Keyanî, Kemalîzade jî axivî û ji ber piştgiriya Bereyî Gel spasiyên xwe pêşkêş kir û got, “Em dizanin ku ev xebat, xebateke demdirêj e. Hêvîdar im ku em ê yekîtiyê diyarî gelê xwe bikin. Ez bangî her kesî dikim: Êdî dema yekîtiyê ye.”