Îdîaya 'Bi 6 guleyan xwe kuşt' 2017-07-10 13:25:13 WAN - Li navçeya Elbakê jina 46 salî Cemile Îlhan bi awayekî şik hat kuştin. Hat îdîakirin ku Îlhan bi 6 guleyan xwe kuştiye. Li mezra Ercî ya gundê Atêsê yê navçeya Elbaka Wanê jina 46 salî Cemile Îlhan, bi awayekî şik û guman hat kuştin. Hat diyar kirin ku kurê tiyê wê yê cerdevan gule berdaye wê û jiyana xwe ji dest daye. Hat fêrbûn ku Îlhan li gel zarokên hevsera Sercerdevanê ku sala par jiyana xwe ji dest dabû dijiya. Li mezraya ku hemû şênî cerdevanin, hat îdîakirin ku Îlhan bi 6 guleyan xwe kuştiye. Îlhan, ku bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Îlhan piştî jiyana xwe ji dest da û karê otopsiyê, li mezrayê hat defin kirin. Hat zanîn ku piştî îfadeya endamên malbatê hat girtin, hatin berdan.