Rêxistinên ciwanan ji bo Pirsûsê edalet xwestin 2017-07-10 14:05:25 STENBOL - Rêxistinên ciwanan, li şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi sernavê "Ji bo Pirsûsê Edalet, ji bo her kesî edalet" daxuyanî dan û ji bo ciwanên li Pirsûsê hatin kuştin edalet xwestin. Rêxistinên Ciwanan ên Stenbolê bi minasebeta 2'emîn salvegera komkujiya li Pirsûsê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anî. Ciwanan bi silogana "Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet" daxuyanî dan. Li ser navê rêxistinên ciwanan Aylin Sal, daxuyanî xwend û diyar kir ku di dîrokê de bûyera herî bi xwîn komkujiya Pirsûsê ye. Sal, anî ziman ku di ser komkujiyê re 2 sal derbas bûn, lê hêj hesab nehatiye pirsîn. Sal, anî ziman ku ciwanên hatin qetilkirin xwestin di navbera gelên bindest de bibin pir û wiha got: "Xwestin ji Gezî heta Kobanê pira Ciwanên Şoreşger ava bikin. Têkoşîna hevpar a ciwanan bû. Dewleta Tirkiye û çeteyên DAÎŞ'ê bi hevkariya hev komkujî pêk anîn. Armanca komkujiyê li dijî ciwanên ku Pira Ciwanên Şoreşger ava kirin û ji Geziyê heta Zapê ber bi Kobanê ve dirêj bûn û hêza xwe ji berxwedana Taksîm û jêrzemînên Cizîrê digirt û sînorên Filistîn û Rojava derbas kirin bû." BI PIRSÛSÊ ŞER DEST PÊ KIR Sal anî ziman ku piştî komkujiya Pirsûsê şer dest pê kir û salek berê bi silogana "Ji bo Pirsûsê Edalet, ji bo her kesî Edalet" gelek rêxistinên ciwanan kom bûn. Sal, destnîşan kir ku armanca Edaletê hem paşerojê ronî bike û pêşerojê jî mîsoger bike ye û wiha got: "Bi komkujiya li Pirsûsê şerekî nû hat destpêkirin. Di 20'ê Tîrmeha 2016'an de em rastî darbeya Qesrê hatin. Qesrê di 20'ê Tîrmeha 2016'an de OHAL îlan kir û darbeya Qesrê pêk anî. Piştî wê gelek komkujiyên din pêk anîn. Li Cizîr, Sûr, Enqere û niha jî li dijî Sûriyê şer îlan kirine. Dixwazin dîktatoriya xwe bi fîstanê Serokdewletê ya raferandumê mîsoger bikin. Dixwazin bi OHAL'ê tirsa mezin ava bikin û qêrîn û serhildanê bitepisînin." Sal, herî dawî destnîşan kir ku ew ji bo Pirsûsê li Edaletê digerin û dê lêgerîn û parastina Edaletê heta dawî bidomînin. Hevseroka SGDF'ê Ceren Çoban, jî ani ziman ku dê di 14'ê Tîrmehê de rûniştina doza komkujiya Pirsûsê bê dîtin. Çoban bang li her kesî kir ku tev li rûniştina dozê bibin û li dozê xwedî derkevin. Rêxistinên Ciwanên ku îmze avêtn bin daxuyaniyê wiha ne: Ciwanên Anarşist Hêza Şoreşger a Ciwanan(Dev-Güç) Meclîsa Ciwanên HDK-HDP Xwendekarên Kaldiraç Komeleya Ciwanên Azadiparêz (OGD) Kolektifa Xwendekaran Înîsiyatifa Xwendekaran Fedekasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalist(SGDF) Tevgera Xwendekarên Sosyalist (SOH) Ciwanên Demokratîk ên Nû (YDG)