Hevserokê HDP'a Sêrtê hat binçavkirin 2017-07-10 14:13:33 NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê HDP'a Sêrtê Abdullah Çetîn di serdagirtina malê de hat binçavkirin. Hat îdiakirin ku der barê wî de "lêpirsîna terorê" heye, polîsan di saetên serê sibehê de bi ser mala Hevserokê HDP'ê Abdullah Çetîn de girt. Piştî kontrola tenduristiyê Çetîn birin Miduryeta Polîsan a Sêrtê. Hat gotin ku di çarçoveya lêpirsînê de li mal û ofîsa Çetîn de jî lêgerîn hatiye kirin û hin meteryal hatine desteserkirin.