Li Kolana Yukselê 6 kes hatin binçavkirin 2017-07-10 14:45:43 ENQERE - Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" li Kolana Yukselê di roja 244'an de berdewam kir, di êrîşa polîsan de 6 kes hatin binçavkirin. Akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça piştî bi rêya KHK'ê ji kar hatin avêtin çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin. Çalakiya kedkaran di roja 124'an de ye, kekdarên cemaweriyê yên li derve piştgiriya xwe ya li derve didomînin. Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" 244 roj li dû xwe hişt. Kedkarên ji bo piştgiriyê xwestin li Kolana Yukselê daxuyaniyê bidin, polîsan êrîşê wan kir. Nazîfe Onay û Nazan Bozkurt di 5'ê Tîrmehê de hatibûn binçavkirin, duh derxistibûn dadgeha nobedar û piştre serbest hatibûn berdan. Onay û Bozkurt bi gelek kesî re li Kuçeya Konurê li hev civiyan û xwestin ber bi bîrdariya Mafê Mirovan ve bimeşin. Di êrîşa polîsn de Nazan Bozkurt, Nazîfe Onay, Gulnaz Bozkurt, Engîn Karataş, Turgut Turksoy û Mustafa Elmapinar, bi lêdanê hatin binçavkirin.