Walî li 13 tax û 4 gundikên Nisêbînê qedexe îlan kir 2017-07-10 16:23:30 MÊRDÎN – Li 13 tax û 4 gundikên girêdayî Nisêbînê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Qedexeya li ser 23 taxên 3 naçeyê jî hat rakirin. Li taxên Arboy, Xirbê Elî, Şolbekir, Sêdiryê, Xerabêmişka, Marîn, Badibbe, Ihvo, Bahminin, Efşê, Kayadibi, Geliyê Sora, Merbab û gundikên Qutbi, Êlîm û Sekrînê yên di kuntara çiyayê Bagoka Nisêbînê ya Mêrdînê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin. Qedexeya ji aliyê walitiyê ve hat ragihandin dê heya fermanek duyemîn berdewam bike. Her wiha qedexeya 7’ê Tîrmehê li 23 taxên girêdayî Mehsert, Artuklu û Nisêbînê hatibû îlankirin jî hat rakirin.