Xebatkarê Ozgurlukçu Demokrasiyê Ak hat binçavkirin 2017-07-10 18:45:26 MÊRSÎN -Xebatkarê Ozgurlukçu Demokrasiyê Ûmût Ak hat binçavkirin. Li Mêrsînê, xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Ûmût Ak ku nexweşê epîlepsiyê ye, dema li Taxa Demîrtaş a navçeya Toroslarê digeriya hat binçavkirin. Nehat zanîn ku ji bo çi Ak hatiye binçavkirin. Hat diyarkirin ku Ak birina Muduriyeta Polîsan a Bajêr.