Hevserokê BDP'ê yê berê Yilmaz hat girtin 2017-07-10 20:23:55 AMED - Hevserokê BDP'a Bajêr ê berê Mehmet Emîn Yilmaz ku li Amedê hatibû binçavkirin bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin. Hevserokê BDP'ê yê berê Mehmet Emîn Yilmaz, li Amedê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriyê Komarê ya Amedê de danê sibehê li mala xwe hatibû binçavkirin. Piştî karên li muduriyeta polîsan Yilmaz sewqî dozgeriyê hat kirin û bi hinceta çalakiyên ku tevlî wan bûne û fealiyetên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bidaxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Dadweriya Cezayê Sulhê ya Nobedar bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" biryara girtina Yilmaz da û ew şandin girtîgehê.