Cizîrî sebra xwe bi 'Kelandî' û 'Qelandi'yan tînin 2017-07-11 09:12:08 ŞIRNEX - Li Cizîrê yek ji bivênevêya sohbetên welatiyan jî dendikên şebeşan e. Her wiha ev dendikên şebeşan ku wek ên Kelandî û Qelandî tên binavkirin, ji bo zarokan jî çavkaniya debarê ye. Li Cizîra Şirnexê yek ji bivênevêya sohbetên welatiyan jî dendikên şebeşan e. Her wiha ev dendikên şebeşan ku wek ên Kelandî û Qelandî ji hev tên cudakirin, ji bo zarokan jî çavkaniya debarê ye. Kesên ku nû dendikan çerez dikin yên "Kelandî" tercîh dikin. Ji ber yên kelandî zêde şor in ziman û lêv ji ber wan dişewitin û kesên wan çerez dikin zêde avê vedixwin. Lê kesên ehlê çerezkirinê ne bêtir yên "Qelandî" tercîh dikin. Ev jî li gor qelandina xwe ji hev cuda dibin. Her ku tên qelandin çerezkirina wan rihetir dibe û ji ber vê cizîrî bêtir yên "Qelandî" tercîh dikin. Her wiha dendikên şebeşa bi piranî ji aliyê zarokan ve li parkan û derûdorên din tên firotin. Nemaze jî ji aliyê zarokên ku dibistan terikandine tên firotin û bi vî awayî debara xwe pê dikin. Cizîrî ji kesên ku dendikê zebeşan difiroşin re dibêjin "Tovikçî" û "Dendikçî" û bi van navan gazî wan dikin. Qedeha dendikan bi lîreyekê tê firotin. ROJÊ 150-200 KÎLO QELANDÎ Û KELANDÎ TÊN FIROTIN Selahattîn Erdem ku nêzî 7 salan e bi awayekî tomerî çerezan difiroşe, diyar kir ku rojê 150-200 kîlo dendikê şebeşan tê firotin. Erdem, dest nîşan kir ku 5 kesên din jî ku ji wî hîn bûne vî karî dikin û ew didin marketan û gelek derûdorên din. Erdem, diyar kir ku ew kîloya yên Qelandî bi 6 lîreyan û yên Kelandî jî bi 10 lîreyan difiroşin û bi piranî ew dendikan ji navçeya Midyadê ya Mêrdînê tînin. ZAROK ROJÊ 30-35 TL'YÎ QEZENC DIKIN Zarokê bi navê Abdûllah Başkûrt jî, diyar kir ku ew 6 sal in li kuçe û kolanên navçeyê dendikê şebeşan difiroşe û rojê 30-35 lîreyî qezenc dike. Başkûrt, diyar kir ku ew bi piranî danê êvarî û êvarî li park û qehwexaneyan digere. Başkûrt got ku, li navçeyê herî kêm 150 zarok vî karî dikin. Başkûrt, anî ziman ku ji ber ew zêde qezenc dike diya wî dendikan jê re amade dike û ji ber vê ew ji çerezvanan nastîne.