Îdîanameya aktivîstê aştiyê Vasilis amade bû 2017-07-11 09:15:27 ŞIRNEX - Der barê aktivîstê aştiyê Yannis Vasilis ku nêzî 3 mehan e girtiye nîv rûpel îdianame hat amadekirin. Parvekirinên Vasilis yên civaka medyayî "sûc" hatin hesibandin. Aktivîstê aştiyê û redkarê wijdanî Yannis Vasilis ku piştî 34 welatiyên ku li gundê Robiskiyê yê Qilebana Şirnexê ji aliyê balafirên şerî ve hatin qetilkirin, bi mebesta piştevaniya malbata 34 welatiyan li Roboskiyê bi cih bûbû û di 22'yê Nîsanê de hatibû girtin. Dê redkara wijdanî Meral Geylanî ku ew jî li gund bi cih bûye û xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane Veli Encu û Hatice Encu jî ji heman dosyeyê bên darizandin. Di îdianameya Vasilîs de parvekirinên wî yên civaka medyayî wek delîlên sûcî hatin hesibandin. Îdianame ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Qilebanê hat amadekirin û ji Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Qilebanê re hat şandin. Vasilis di îdianameyê de bi "Tehrîkirina gel a ber bi kîn û dijminatiyê ve", "Pesinandina sûc û sûcdar", "Bi awayekî eşkere biçûkxistina nirxên olî yên ku gel wan esas digirin" tê tawanbarkirin. Îdianame bi giştî 4 rûpel e, lê tişta balê dikêşe ew e ku tenê nîv rûpel ji bo Vasilis hatiye veqetandin. PARVEKIRINÊN CIVAKA MEDYAYÎ 'SÛC' HATIN HESIBANDIN Di îdianameyê de parvekirinên civaka medyayî yên Vasilis wek delîlên sûcî hatin hesibandin. Hin parvekirinên wî yên wek sûc hatin hesiandin ev in: "We careke din xencera tirk li kezeba malbatên roboskiyî xist, em ê tu carî vê yekê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Em ê rojekê van kirinên we bi bîr bînin", "Heke tak eylemê bike dê faşîstên îslamî yên durû cîhanê rakin ser piya, lê dema çeteyên DAIŞ'ê heman tiştî dikin xwe li bêdengiyê datînin, qeda bi exlaqê we keve",.... Dê danişîna ewil di 26'ê Cotmehê de li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Qilebanê bê dîtin. YANNIS VASILIS KÎ YE? Navê wî yê berê Îbrahîm Yaylali ye û ji Bafraya Samsûnê ye. Di sala 1994'an de bi dildariyî çû leşkeriyê û di pevçûnekê de birîndar bû û PKK'yiyan ew desteser kiribû. Yaylali tam 2 sal û 3 mehan desteserkirî ma û piştî hat berdan 3 meh û nîvan di girtîgehê de ma. Piştî ku dewlet ji malbata wî re got "Em dizanin ku hûn rûm in, zêde vê bûyerê tevlîhev nekin" Yaylali serî li dadgehê da û navê xwe guherand û kir Yannis Vasilis. Her wiha piştî komkujiya li Roboskiyê, ji bo piştevaniya malbatên roboskiyî tevî redkara wijdanî Meral Geylanî li gund bi cih bû. Vasilis ku gelek caran hat binçavkirin û berdan, ev nêzî 3 mehan e ku li Girtîgeha Jimare 2'yan a Xarpêtê tê girtin.