TSK û OSO 12 gund kirin baregehên leşkerî 2017-07-11 09:21:48 KILÎS - Tevî komên OSO'yê amadekariyên planên êrîşan ên TSK'ê yên li hemberî Efrînê didomin. Çavakniyên YPG'ê diyar dikin ku ji gundên di bin venêrîna TSK û OSO'yê de ne tim bi obus û fuzeyan gundên Efrînê tên bombekirin û di navbera hêzan de mesafeyeke bi qasî 300 metreyî maye. Her çi qas DYA destûr nedaye, lê dîsa jî TSK û komên girêdayî wê yên OSO'yê li derdora Ezaz, El Raî, Marê û Îdlîbê li hemberî Efrînê amadekariyên êrîşan dikin. Bi top û obusan êrîşî gundên di bin venêrîna YPG û Ceyş El Siwarê de ne dikin. TSK 12 GUND KIRINE BAREGEH Çavkaniyên YPG'ê diyar kirin ku TSK tevî komên OSO'yê li herêmê 5 gund veguherandine baregehan û çekên giran bi cih kirine. Heman çavkanî got ku, piştî Cejna Remezanê hejmara van gundan bûye 12. Rayedarê leşkerî, ragihand ku çekên giran ên ji Tirkiyeyê hatine li van deran tên bicihkirin û hîn jî sewqiyat didome. Heman rayedar anî ziman ku heke li hemberî Efrînê êrîş pêk bên dê ev der wek binkeyên sereke bên bikaranîn. BI AWAYEKÎ HEVWEXT ÊRÎŞÎ HERÊMA EFRÎN Û ŞEHBAYÊ DIKIN Rayedarê leşkerî, ragihand ku ew li herêmê liv û tevgera tankan baş raçav dikin û wiha got: "Li vê herêmê biroj TSK û OSO wek miriyan dijîn. Tu liv û tevger nayê dîtin. Lê dema tarî dikeve, ji Tirkiyeyê ber bi van 12 gundan ve sewqiyat tê kirin." Rayedarê leşkerî got ku her wiha TSK bi taybetî danê êvarî gundên li rojhilatê Efrînê û herêma Şehbayê bombe dike. 'NAV GUNDAN BOMBE DIKIN' Rayedarê leşkerî, diyar kir ku navçeyên Şera û Şêrewa ku li rojhilatê Efrînê ne hedefên sereke yên TSK'ê ne û ev demeke dirêj e ku gundê êzdiyan Kestellê û gundên Baflunê, Kitmê, Meranazê, Şêwerka, Malkîyê û Cilbirê yên van navçeyan danê êvarî tên bombekirin. Rayedar, diyar kir ku obus û fuzeyên kartûşî bi rasthatinî tên avêtin û carinan li nav gundan dikevin û wiha got: "Heta niha tu windahî çênebûne, lê belê em dikarin bibêjin ku gelek mal hatine rûxandin." ZAF NÊZÎK BÛNE Rayedarê leşkerî yê din diyar kir ku TSK û hin komên OSO'yên TSK piştevaniya wan dike nêzî hêla Şehbayê bûne û TSK li qadeke ku 300 metreyî dûrî gundên Samûqa, Tilmadiq, Cîcan, Îmhuş, Hirbil û Şêx Îsa ku di bin venêrîna YPG'ê de ne bi cih bûye û wiha got: "Bi şev bi tank û obusan êrîşî van gundan û bejahiya wan tê kirin." Erdogan Alayumat - Nuri Akman - dihaber