Rojnameger Ozdemir: Yekîtiya kurd şert e 2017-07-11 10:10:21 STENBOL - Rojnameger û nivîskar Mazlum Ozdemîr, diyar kir ku divê êdî yekîtiya neteweya kurd bê avakirin û wiha got: "Hêzên derve di dîrokê de herî zêde niha mohtacê kurdan in. Divê kurd vê firsenda dîrokî ji destê xwe nerevînin." Rojnameger û nivîskar Mazlum Ozdemîr, der barê biryara PDK'ê ya referandumê, statuya êzîdiyan a li Şengalê, geşedanên li Reqqa û rojava nirxandin kir. Ozdemir, diyar kir ku kurdan li Rojhilata Navîn firsenda dîrokî bi dest xistiye û di dîrokê de herî zêde niha pêdiviya hêzên navneteweyî bi kurdan heye. Ozdemîr, anî ziman ku ji bo kurd vê firsendê ji dest nerevînin pêdivî bi yekîtiya neteweya kurd heye. Ozdemir, anî ziman ku divê polîtîkayên yekîtiyê bên şopandin û wiha got: "Divê biryara referandumê li meclîsê bê dayîn. Her çend meclîs ji aliyê PDK'ê ve hatibe tevizandin jî parlamentoya hatiye hilbijartin û li ser kar heye. Ji ber vê yekê partiyên din û kurdên li başur bi fikar in. Ji ber têkiliyên PDK'ê û AKP'ê kurd bi fikar nêzî PDK'ê dibin û rexneyên xwe li PDK'ê dikin. Ji ber vê yekê PDK li başur her ku diçe hêza xwe winda dike. PDK bi piştgiriya Tirkiye û Îranê hêza xwe ya siyasî xurt dike." PDK DIVÊ BERÊ XEBATÊN YEKÎTIYÊ BIMEŞÎN Ozdemir, destnîşan kir ku divê PDK berî xebatên referandumê li ser xebatên yekîtiyê raweste û bêtir qîmet bide xebatên yekîtiya neteweya kurd û wiha got: "Li çar perçeyên Kurdistanê yekîtiya neteweya kurd niqaş dikin. Divê hemû parti û rêxistinên kurdan li ser neteweya kurd bibin yek. Geşedanên li Hewlerê Amedê û yên li Amedê Hewlerê eleqeder dike. Kurdên êzîdîyên şengalê naxwazin girêdayî hikûmeta Iraqê û PDK'ê bin. Êzîdî dixwazin serbixwe û xweser bin. PDK jî vê yekê naxwaze. Êzidî dixwazin mafê wan di Qanuna Bingehîn a Iraqê de bê qebûl kirin. Dixwazin li dibistanên xwe bi zimanê xwe perwerde bibin. Ozdemir, anî ziman ku Îran û Tirkiye dixwaze êrîşî şengalê bike, lê ji ber parastina kurdan êdî ev ne pêkan e û wiha got: "Hêzên derve dê her dem bixwazin êrîşî Şengalê bikin. Lê Şengal dê parastina xwe bike. Şengal garantiya Rojava ye. Parastina Şengalê parastina Rojava ye. Parastina Rojava parastina Şengalê ye. Herdu hev diparêzin." REQQA ÊDÎ NAVENDA ROJHILATA NAVÎN E Ozdemîr, ani ziman ku êdî QSD'e DAÎŞ li Reqqa dorpêç kiriye û Reqqa bûye navenda Rojhilata Navîn û wiha got: "Êdî rewşa Reqqa rewşa Rojhilata Navîn diyar dike. Tirkiye dizane ku hêza Reqqa Rizgar bike dê karibe bandorê li ser Rojhilata Navîn bike. Dizane dê bibe hêza Rojhilata Navîn. Yên li Reqqa bibin xwedî hêz dê li Sûriyê jî bibin xwedî gotin û hêz. Piştî QSD Reqqa rizgar bike dê li Tirkiye qirîzek mezin pêk bê. Êdî ne Emeriqa û ne jî Rusya nikarin bêyî Kurdan li Rojhilata Navîn tev bigerin. Hemû hêzên navneteweyî li Rojhilata Navîn mohtacê kurdan in. Ji ber vê yekê yekîtiya kurdan di vê serdemê depir girîng e. Ji bo yekîtiya neteweya kurd firsenda dîrokî ketiye destê kurdan. Divê kurd vê firsendê ji destê xwe nerevînin. Divê hemû kurd li çar perçeyan li dijî êrîşa Efrînê rabin ser piyan. Ji ber ku êrîşa li Efrînê li dijî hemû kurdan e. Ger ku Tirkiye êrîşî Efrînê bike naşibe Cerablus û Babê. Gelê Efrînê dê xwe biparêze û bersîv bide. Êrîşa li dijî Efrînê Amed, Colemêrg û hemû kurdan eleqeder dike. Divê kurd li her derê rabin ser piyan û bêdeng nemînin. Ger ku Tirkiye êrişî Efrînê bike dê Tirkiye winda bike. Dê têkiliya kurdan û tirkan qut bibe." Mehmet Şah Oruç / Ozgur Paksoy - dihaber