Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin 2017-07-11 11:45:18 STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK Abdullah Ocalan bi boneya hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Parêzerên Rêberê PKK Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Hevdîtina parêzerên a bi Ocalan ji 27’ê tîrmeha 2011’an heta niha bi hîncetên cûr bi cûr tê astengkirin.