Jinên Ereb yekemîn tabûra xwe ava kirin 2017-07-11 13:28:23 NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên Ereb yekemîn tabûra xwe ya di bin sîwana QSD`ê de li herêma Dêrezorê bi navê ”Tabûra Şehîd Amara ya Jinên Ereb” ava kirin. Fermandariya Giştî ya Tabûra Şehîd Amara bi daxuyaniyeke nivîskî, îlankirina tabûra xwe raghandin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev gav wê bibe destpêkek ji avakirina tabûrên jinan li hemû herêman, ji bo rizgarkirina jinan û civakê û avakirina sîstemeke li ser esasê demokrasî, wekhevî û azadî.