Karkerê di vîncê de ket jiyana xwe ji dest da 2017-07-11 13:30:45 HATAY - Karkerê bi navê Alî andi li Hatayayê di fabrîqeya de dixebitî û di vînca tawanê de ket û jiyan xwe ji dest da. Welatiyê bi navê Alî Andi (33) di Fabrîqeya Metalurjî ya di navbera navçeyên Dortyolê û Payasê yên Hatayê de dixebitî, Andi dema bi şev di vînca tawanê de dixebitî, ji 15 metreyan de ket xwarê. Li ser banga karkeran ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê, piştî lêkolînan derket holê ku Andi jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Andi rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dortyolê. Der barê mirina kar de lêpirsîn hat destpêkirin.