ÎHD: Yên ev komplo saz kirin di nava şaşiya mezin de ne 2017-07-11 14:20:24 ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, der barê parazvanên mafên mirovan ên li Buyukada hatin binçavkirin de, diyar kir ku yên komplo saz kirin di nava şaşiyek mezin dene û wiha got: "Ji vê komployê tiştek dernakeve. Ev mirov, parazvanên mafên mirovan in." Rêxistinên Mafên Mirovan têkildarî binçavkirina parazvanên mafên mirovan Veli Acu, Ozlem Dalkiran, Nalan Erkem, Îdil Eser, Alî Gharavi, Gunal Kurşun, Şeymuh Ozbeklî, Peter Steudtner, Necat Taştan, Îlknur Ustun ên di 5'ê Tîrmehê de li Buyukada ya Stenbolê hatin binçavkirin, civîna çapemeniyê pêk anîn. Platforma Hevpar a Mafên Mirovan, (İHOP) Komeleya Şopandina ji bo Mafên Wekhev, Înîsiyatifa Gel, Komeleya MAfên Mirovan (ÎHD), Komeleya Rojeva Mafên Mirovan, Şaxa Rêxistina Efoya Navneteweyî û Komeleya Hemwelatyan li navenda Giştî ya ÎHD'ê civîna çapemeniyê pêk anî. TÎHV û Koalîsyona Jinan jî piştgirî da daxuyaniyê. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Husnu Ondul, Kordînatorê (ÎHOP) Feray Salman, Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metin Bakkalci, Ji Koalisyona Jinan a Prz. Oya Aydin, Ji Înisiyatifa Mafan Nurcan Aktay û Serokê Komîsyona Meclîsa Mafên Mirovan Şenal Sarihan tev li civînê bûn. Di civînê de Turkdogan, diyar kir ku kesên hatin binçavkirin parazvanên mafên mirovan in û wiha got: "Em hêvî dikin ku hevalên me di roja heftan de bên berdan. Welatekî kesan wisa binçav çawa dibe welat. Tenê çawa dibe li ser îxbarê kesan binçav bike. Ev komplo ye. Ji vê kompoyê tiştek dernakeve." Koordînasyona ÎHOP'ê Feray Salman, parazvanên mafên mirovan xwest di navbera 2-7'ê Tîrmehê de li Buyukada civînê çêkin. Xwestin li ser parastinê û ewlehiya webê agahdariyê bikin. Lê hatin binçavkirin û der barê dosyaya wan de biryara veşartinê hatiye dayîn. Parazvanên mafênk mirovan bi sîxuriyê re rû bi rû hatine hiştin. Li ser îxbara bê esil hatin binçavkirin." Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Husnu Ondul jî diyar kir ku Danezana Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ku di Lijneya Giştî ya NY'ê de hatiye qebûlkirin û kilavûza RHAE, di sala 2004'an de ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatiye erêkirin ku parazvanên mafên mirovan bêparastin û giştîname îmze kiriye. Ondul, xwest parazvanên mafên mirovan bi lezgîn serbest bên berdan. Prz. Oya Aydın jî anî ziman ku tevî tu delîl li holê tune jî parazvanên mafên mirovan hatine binçavkirin û xwest bi lezgîn serbest bên berdan. Sekreterê Giştî yê TİHV'ê Metin Bakkalci jî anî ziman ku binçavkirin sûc e û bi awayekî keyfî parazvanên mafên mirovan hatine binçavkirin. Bakalci, anî ziman ku binçavkirin parazvanên mafên mirovan nîşan dide ku hurmetê ji mafên mirovan re nîşan nadin.