Civatê mewlûda di bin siya çekan de şermezar kir 2017-07-11 14:28:07 SÊRT – Li navçeya Misircê qeymeqam û Şaredarê AKP’î bi parêzvanên çekgiran çûn mizgeftê û mewlûda “15’ê Tîrmehê” xwendin. Civatê nerazîbûn nîşanî parazvanên bi çekan ketin mizgeftê da. Li navçeya Misircê ya Sêrtê bi wesîla 15’ê Tîrmehê li Mizgefta Ulu mewlûd hat xwendin. Qeymeqamê navçeyê Musa Uçgul û Şaredarê AKP’î Nevzat Karaatay jî bi parêzvanên çekên wan giran çûn mizgeftê. Bi çekan çûyîna mizgeftê bû sedemê nerazîbûnê. Li pêşiya mizgeftê ala tirk hat daliqandin û mewlûda bi kurdî û tirkî hat xwendin. AKP’iyan û qeymeqam li mizgeftê mewlûd veguherand pêşandana siyasî. Cemata mizgeftê jî li hember vê yekê nerazîbûn nîşan da.