Gundiyê çû zozanan li qada leşkeran kuştî hat dîtin 2017-07-11 14:50:08 ERDEXAN – Gundiyê Gundê Çolpenek ê Golê Dilaver Aşçi ku çû zozanê xwe li qada leşkeran kuştî hat dîtin. Li gundê Çolpenekê yê navçeya Golê ya Erdexanê, welatiyê 69 salî Dilaver Aşçi yê çû zozanê xwe li qada leşkeran kuştî hat dîtin. Aşçi, 1,5 kilometre dûrî qada leşkeriyê kuştî hat dîtin. Şivanên ku cenazeyê Aşçi li ser erebaya dewaran dîtin, diyar kirin ku Aşçi ji bo sewalên xwe bibe çêrê derketiye dervê gund û 2 kilometre nêzî qada daristanê li erebê kuştî ditine. Şivanan, anîn ziman ku li nêzî bûyerê leşker jî bi maşîneyên zirxî rawestiya bûn. Şahidan anîn ziman ku Aşçi bi yek guleyê ji ser dilê xwe ve hatiye kuştin û gumana wan heye ku leşkeran kuştiye. Piştî welatî çûn ser cenaze leşkerên ku nêzî cihê bûyerê jî bi maşîneyên zirxî hatin cihê bûyerê. Piştî bûyerê dozger hat lêkolîn kir û leşkeran herêm dorpêç kir. Cenaze ji bo otopsiyê birin Trabzonê.