Li Girtîgeha Ermenekê greva birçîbûnê dest pê kir 2017-07-11 22:41:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Girtîgeha Tîpa M a Ermenkê girtiyên siyasî li hemberî pêkanînên binpêkirina rûmetê yên îdareya girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirin. Li Girtîgeha Tîpa M a Ermenkê ya li Karamanê ye, girtiyên siyasî li dijî binpêkirina mafan û pêkanînên bipêkirina rûmetiyî yên îdareya girtîgehê dest bi gerva birçîbûnê kirin. Li gor agahiyên ku malbatên girtiyan dan, grev duh hatiye destpêkirin û ger daxwazên wan bi cih neyên ew ê dê girtî gerva xwe veguherînin greva bê dem û bê dorveger.