Şehbal Şenyurt: Polîtîkaya tirsê belav dikin 2017-07-12 09:01:10 MÛGLA - Derhêner û ekolojîst Şehbal Şenyurt Arinli, ku li Bodrumê hat binçavkirin û hat berdan, diyar kir ku parêzvanên mafên jiyanê wekî "Hêmanên talûke" tên dîtinê û wiha got: "Me weke kesên talûke dibînin û polîtîkayên tirsê belav dikin. Dixwazin hemû qadên ku em bêhnê lê distînin tune bikin." Endama komîsyona Ekolojiyê yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parêzvana mafê jiyanê derhêner Şehbal Şenyurt Arinli, li Navçeya Bodruma Muglayê hat binçavkirin û hat berdan. Şenyurt ku wekî yekem kameravana jin û derhênera ekooljîst e, ji ber li Mêrsînê tev li civînek jinan bû û di civînê de axivî, li Bodrumê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" û "Propaganda rêxistinê kiriye" hat binçavkirin û paşê hat berdan. Şenyurt, diyar kir ku li Tirkiyeyê êdî ewlehiya kesî tune ye û wiha got: "Dixwazin polîtikaya tirsê bi pêş ve bixin. Axaftinên ku me yên di sala 2012'an de kiribûn niha tînin pêşberî me. Dixwazin xebatên me wek xebatên îlegal bidin nîşandan. Niha jî parêzvanên mafên mirovan û parêzvanên mafên jiyanê bin çav dikin. Parêzvanên mafên jiyanê wekî "Hêmanên talûke" têne dîtin. Me wekî kesên talûke dibînin û polîtîkayên tirsê belav dikin. Dixwazin hemû qadên ku em bêhnê lê distînin tune bikin. Hemû binçavkirin, pêkanînên dijdemokratîk in." ‘ZEXT HEBIN TEKOŞÎNA PARASTINA MAFÊN MIROVAN JÎ HEYE' Şenyurt, anî ziman ku piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê pêkanînên dijdemokratîk dest pê kirin û wiha got: "Her ku zext û pêkaninên dijdemokratîk hebin, dê li hemberî vê yekê têkoşîn û parastina mafên mirovan jî hebe. Bêguman dê her dem ji bo Tirkiyeyeke demokratîk û pêşerojeke geş têkoşîn bidome. Hêzên dijdemokratîk her dem hewl didin ku hemû qadên bêhnstendinê bigirin. Di 5'ê Tîrmehê de parêzvanên mafên mirovan Veli Acu, Ozlem Dalkiran, Nalan Erkem, Îdil Eser, Ali Gharavi, Gunal Kurşun, Şeymuh Ozbekli, Peter Steudtner, Necat Taştan û Îlknur Ustun hatin binçavkirin. Ev operasyon li dijî parêzvanên mafên mirovan e. Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan piştî civîna G20'ê têkildarî pirsa binçavkirina parêzvanen mirovan got 'Gelo çima li Otela Buyukada kom bûbûn? Ji bo berdewama darbeya 15'ê Tîrmehê li hev kom bûbûn.' Ev daxuyanî rasterast parêzvanên mafên mirovan hedef nîşan dide. Ev înfaza bê daraz e. Em hevî dikin ku li welatekî azad û demokratîk em bi hevre bijîn." Şenyurt, anî ziman ku ew xwe wekî welatiya cîhana enternasyonalîst bi nav dike û di sala 1962'an de li Giresun ji dayik bûye û di salên 80’an de ji gelek rojnameyan re nûçegîhanî kir û ji bo parastina mafên mirovan têkoşiyaye û mafê kêmaran diparêze. Şenyurt, anî ziman ku ji bo azadiya mafê gelê kurd û azadiya jinan mafê jiyana ekolojîk têdikoşe. Şenyurt, niha di komîsyona Ekolojiyê ya KCD'ê de cih digire.