Bi dendikên kerengan debara xwe dikin 2017-07-12 09:01:45 COLEMÊRG - Şêniyên gundê Dêzê bi sed zehmetiyan, li tekane herêma ku qedexe lê tuneyî dendikên kerengan berhev dikin û difroşin bazirganên Herêma Federal a Kurdistanê. Dendikên kerengan hem di çêkirina qehweyê de û hem jî wek çerezan tê xwarin. Kîloya wan 28-30 TL'yî ye. Welatiyên li gundê Dêzê ya Colemêrgê dijîn, li zozanên Qeledirî û newalên herêmê dendikên kerengan berhev dikin û difroşin bazirganên Herêma Federal a Kurdistanê. Ne tenê herêma federal, bazirganên ji Iraqê tên jî van dendikan dikirin û malbatên Dêzê debara xwe bi van dendikan dikin. Gundiyên ku ji ber operasyonên leşkerî û qedexeya li herêmê, nikarin sewalkariyê bikin, danê sibehê mezin û piçûk bi hev re diçin çoltera Kêrîserê û li vê herêma ku 4 kîlometreyî dûr e, dendikên kerengan berhev dikin. Gundiyên herêmê gotin ku tekane herêma nehatiye qedexekirin ev herêm e û aşkera kirin ku ew bi hevrînga ku pê pêz dibirin, kerengên bi kelem diçinin. Piştî hefteyekê li ber tavê dihêlin, pişt re bi daran li kumukan dixin û dendikên ku berhev dikin, kîloya wan bi 28-30 lîreyî difroşin. GUNDÎ PÊ DEBARA XWE DIKIN Îdrîs Yîgît da zanîn ku wan tenê di mehên biharê de kereng berhev dikirin, di demên dawî de bazirganên ku hatine herêmê, eleqeyek mezin nîşanê dendikê kerengan dane û wiha got: "Ji ber ku kelemê wan zêde ne, berhevkirina wan zehmet e, tenê di van demên salê de ev dendik çê dibin. Ji bo debarê bûn çavkanî. Em di saet 06.00'an de ji mal derdikevin û piştî demek dirêj xwe digihînin herêmê. Em li herêmê ji van re dibêijn Kengroş û em difiroşin bazirganên ku ji Iraqê tên." Yîgît piştrast kir ku li tevahiya herêmê Kengroş tên dîtin û heke qedexe rabe, dê ji bo wan bibe çavkaniyeke debarê ya herî baş. ‘ÇAREYA DAWÎ YE’ Welatiyê bi navê Kadrî Gunduz jî got ku her çendî karekî zehmet be jî ew neçar in ku bikin û wiha domand: " Qadên jiyanê li welatiyan hatine tengkirin. Di bin germahiya havînê de em heta êvarê 10-15 kîloyan berhev dikin. Dema berhevkirinê tenê hefteyek e. Ji ber ku di binê germahiya zêde de, tovên wan dadiweşin divê di demek zû bên berhevkirin. Ji ber kelemên wan em bi hevrîngê jê dikin." JI BO QEHWÊ BI KAR TÎNIN Kerem Yîgît jî dest nîşan kir ku tovên kerengan li Iraqê ji bo çêkirina qehweyê û ji bo xwarina rojane tê bikaranîn û ev tişt gotin: "Berî çend salan hin bazirganên ji Iraqê hatin, Kengroş pêşniyar kirin û ji wê rojê ve çevkaniya debara me ye. Me berê tenê di mehên biharê de kereng dixwarin. Lê bazirganan got ku ew hem ji bo qehweyê bi kar tînin û hem jî wisa dixwin. Em jî kar nabînin û vê ji bo xwe wekî kar dikin." Hamza Gunduz – dîhaber