Ji te re 600 lîre û dev ji dozê berde! 2017-07-12 09:07:23 AMED - Li Erxeniyê qalpaxa hesinî ku monteyî cihoka avê nehatibû kirin bi ser Ozkan Yel ê 12 salî de ketibû û Yel ji mirinê filitîbû. Piştî bûyerê malbatê giliyê fîrmayê kir, lê belê hat derpêşkirin ku ji bo malbatê ji giliya wê vegerînin cendirmeyan ji malbatê re gotiye "Ji we 600 lîre û dev ji dozê berdin." Di çarçoveya Projeya Anatoliya Rojhilatê Başûr (GAP) de gelek cihok tên çêkirin, lê ji ber ku tevdîr nayên wergirtin ev cihok dibin cihên talûkeyên mezin. Her sal di van cihokan de bi dehan welatî bi fetisandinê re rû bi rû dimînin û her wiha dema dibe havîn mirinên ji ber van cihokan zêde dibin. Herî dawî li gundê Pîrahmetê yê girêdayî navçeya Erxenî ya Amedê Ozkan Yel ê 12 salî dema di cihoka ku av tê de tune bû xwest biçe cem bavê xwe yê heywanan diçêrîne, deriyê hesinî yê bi giraniya xwe 150 kîlo û monteyî cihokê nehatiye kirin bi ser wî de ket û ji ber vê Yel bi giranî birîndar bû. Bûyer di 24'ê Gulanê de qewimî û ewil zarokên gund ferq kirin. Gundiyan Yel birin nexweşxaneyê û 27 kêl li serê Yel hatin xistin. Tedawiya Yel didome. Bavê Yel, Necmettîn Yel ji ber fîrma tevdîr wernegirtine doz lê vekir. Lê ji bo dev ji doza xwe berde cendirmeyan pere teklîfî malbatê kir. Malbatê ev teklîf red kir û got ku ew ê şopdarê dozê bin. HESIN NEHATINE MONTEKIRIN Bav Necmettîn Yel li hemberî vê îhmalkariyê bertek nîşan da û wiha got: "Dema kurê min dihat cem min, xwestiye li ber siya hesinan rûnê û xwe hênik bike. Wê kêliyê destê xwe davêje hesinên ku spartî pirê ne. Ji ber ku hesin nehatine montekirin, bi ser kurê min de ketine. Kurê min di bin hesinan de maye. Dema di bin hesin de dike qîrîn, deng diçe zarokên li wir û zarok ber bi wî ve baz didin." Yel, ragihand ku pir bi qasî kîlometreyekê dûrî gund e û wiha bertek nîşanî fîrmayê da: "Lewheyeke hişyariyê jî bi cih nakin. Gundî di wir re diçin û tên. Bêyî tevdîr li wir danîna hesinên mezin sûc e." GOTIN 'KURÊ TE QISÛRDAR E' Û JÊ XWESTIN KU DEV JI DOZÊ BERDE Yel, dest nîşan kir ku piştî bûyerê wî doz li fîrmaya mutehîdî vekiriye, lê belê cendirmeyên ji qereqolê hatine bi beramberiya 600 lîreyî jê xwestine ku dev ji dozê berde. Yel, got ku lê belê wî ev teklîf red kiriye. Yel diyar kir ku fermandarê qereqolê jê re gotiye "Me ev pere di nav xwe de berhev kirin. Em naxwazin tu mexdûr bibî. Rahêle vî pereyî û ne hewceye ku tu bibî gilîdar. Jixwe kurê te qisûrdar e. Çi karê wî li wir heye?" Yel wiha axivî: "Derewan dike. Yê ku fermandar şandiye cem min mutehîd e. Yê ku ew pere danê jî mutehîd e. Heta fermandar jî pere ji mutehîd stendiye. An jê nedihat cem min û ji min re nedigot 'doza xwe bi paş ve bikişîne'." Yel, diyar kir ku mutehîd jî hatiye û jê re gotiye kurê te qisûrdar e. Yel anî ziman ku wî wisa bersiv daye: "Kurê min çi qas qisûrdar be bila bibe, lê heke ew hesin montekirî bûnan dê bi ser kurê min de neketanan." ‘DI KEŞFÊ DE ŞOPÊN XWÎNÊ HATIN DÎTIN' Yel, anî ziman ku li ser wan hesinên ku bi ser kurê wî de ketine şopa xwîna kurê wî mabû, lê belê fîrma demildest hesinên li wir guherandine. Yel, ragihand ku di keşfê de li ser axê şopa xwînê hatiye dîtin û ev di dosyeya dozê de cih girtiye. Yel, anî ziman ku cendirme û karmendên keşfê yên hatine cihê bûyerê heqaret li wî kirine û wiha domand: "Fermandarê cendirmeyan ku hat cihê bûyerê tim sûc davêt ser kurê min û dixwest ez nebim gilîdar. Her wiha karmendên ji bo keşfê hatin jî bi gotinên 'Heke mînakên xwînê yên li vir û yên kurê te li hev dernekevin ez dizanim ez ê çi bikim ji we' gef li min dixwarin. Digot 'Heke mînakên xwînê li hev derkevin jî ez ê vê dosyeyê herî kêm 6 salan eware bikim. Ez ê tim dosyeyê bavêjim rêza binî û hûn ê nikaribin tiştekî jî bikin.' Bi vî awayî tim dixwestin dev ji dozê berdim." ‘DERMANA WÎ YA HERÎ ERZAN 100 LÎRE YE' Yel, dest nîşan kir ku di ser bûyerê re nêzî 40 roj derbas bûne, lê belê hîn jî kurê wî baş nebûye. Yel, got ku ji ber dermanên kurê wî buha ne gelek caran ew nikare wan bikire. Yel, diyar kir ki ji bo ew dermanên kurê xwe bikire ew li nav erdên pembo bi yewmiyeyan dixebite û wiha axivî: "Dermana wî ya herî erzan bi 100 lîreyî ye. Hem bûyereke wisa xemgîn hatiye serê me hem jî 600 lîreyî teklîfî min dikin ku ez bêdeng bimînim. Ji bo ez dermanên kurê xwe bikirim ez li nav erdê pembo dixebitim. Ma ez ê çi bikim ji 600 lîreyî? Dibû ku kurê min li wir bimirana jî. Ez doza mafê xwe dikim. Ji bo kesên din nemirin ez ê şopdarê vê dozê bim."