AA'yê doza tazmînatê li Baydemîr vekir! 2017-07-12 09:15:32 AMED- Ajansa Anadolûyê (AA), doza tazmînatê li Parlementerê HDP'ê yê Rihayê û Berdevkê Partiyê Osman Baydemîr vekir. AA, ji ber daxuyaniyên Baydemîr ên der barê encamên referandûmê de doza 20 hezar TL tazmînata manewî li Baydemîr vekir. Ajansa Anadolûyê (AA), doza tazmînatê li Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê û Berdevkê Partiyê Osman Baydemîr vekir. AA, ji ber daxuyaniyên Baydemîr ku di 16'ê Nîsanê der barê wê de dabûn doza 20 hezar TL tazmînata manewî vekir. Parêzerên AA'yê daxwaznameya ji bo dozê şandin 3'yemîn Dadgeha Asliye Huqûqê ya Enqereyê û di daxwaznameyê de hat îdiakirin ku êvara 16'ê Nîsanê Baydemîr di axaftina xwe ya der barê encamên referandûmê de "heqaret" li AA'yê kiriye û "îftira" avêtinê. Berdevkê HDP'ê Baydemîr di 17'ê Nîsanê de der barê encamên referandûmê de ku li raya giştî ya Tirkiyeyê bûbûn cihên nîqaşên cidî de li Navenda Giştî ya HDP'ê daxuyanî dabû. Baydemîr di daxuyaniya ku li ser navê partiya xwe de dabû diyar kiribû ku encamên Pergala Şopandina Sindoqan û daneyên YSK'ê li hev nayên. Baydemîr gotibû daneyên ku Ajansa Anadolûyê daxuyandine manîpulasyon in û heta ku îtiraz bi encam nebin hilbijartin neqediyaye.