Di qetilkirina jinên sûriyeyî de axaftinên hikumetê bi bandor in 2017-07-12 10:45:19 ENQERE - Berdevka Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin a Enqereyê Ayşen Ece Kavas, aşkera kir ku di qetilkirina jinên sûriyeyî de, polîtîkaya sorkirinê û dedef nîşandayîn a ji hêla hikumetê ve pir bi bandor e. Piştî Serokwezîr Bînalî Yildirim bi gotinên wekî "Dema wan e di nav sînorên me de derbas dibe, ji bo wan ezmûneke cidî ye" û penaberên Sûriyeyê hedef dabû nîşan, piştî van axaftinan her ku çû zext û êrîşên li dijî penaberên Sûriyeyê zêde bûn, herî dawî jina bi navê Emanî El-Rahmun hat qetilkirin. Bertekên li dijî vê hovîtiyê hêj dewam dikin. El-Rahmun 20 salî bû û ew 9 meh bû du canî bû, piştî êrîşa zayendî, bi kurê wê yê 11 mehî Halaf El-Rahmun ve hatin qetilkirin. Berdevka Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) a Enqereyê Ayşen Ece Kavas, piştrast kir ku di meha Hezîranê de 35 jin hatine qetilkirin û 47 jin bi şideta zayendî re rû bi rû mane û wiha axivî: "Emanî hem du canî bû, hem ji Sûriyeyê, hem jî bi kuştina kurê wê re, sed mixabin bi çar awayî hat pelçiqandin. Hemû sûcên li dijî mirovahiyê bi carekê de anîn serê wê. Ev cezakirina mêr a li ser jinê ye. Mixabin em vê yekê jî ji siyasetmedaran hîn dibin. Rewşa ku ew ji siyasetmedarên berê hîn bûne ev e." ‘DI DEMA OHAL'Ê DE TENÊ ŞIDETA LI DIJÎ JINÊ NEHAT QEDEXEKIRIN’ Kavas destnîşan kir ku kuştinên jinan hem wekî hejmar zêde bûne û hem jî wekî keyfiyetî guherî ne û wiha pê de çû: "Em behsa gelek sûcên di nava hev de hatine kirin û bi îşkenceyê hatine qetilkirin dikin. Ev wekî keyfî guherî ne. Mixabin em kuştinên jinan ên bi îşkenceyê dibînin, an jî kuştinên kiryarên wan ne diyar dertên pêş. Paşverûtiyeke bê hed û hesab heye. Mixabin kesên ji ber cil û bergên xwe hatine derbkirin, bersûc serbest hatine berdan û ne serokwezîr, ne wezîr û ne jî rayedarek dengê xwe ji bo van dernaxe. Dema ew dengê xwe dernaxin, êrîşên li dijî jinan jî bi her awayî zêde dibin. Em a niha di dema OHAL'ê de ne û di serdema OHAL'ê de tenê şideta li dijî jinê nehat qedexekirin. Berdin qedexekirinê, niha pêşî li dideta li dijî jinê vedikin." ‘HIKUMET CIVAKÊ SOR DIKE’ Kavas sedemeke zêdebûna şideta li dijî jinê, bi kêmasiya darêzê ve girê da û piştrast kir ku daraz naxebite, polîtîkaya hikumetê ya civakê sor dike jî şideta li dijî jinê zêde dike û wiha axivî: "Mekanîzmaya darêzê çep dizivire. Ji ber wê jî kesên êrîşê jinan dikin jî ji vê yekê sûdê digirin." Kavas herî dawî aşkera kir ku ji bo pêşî li van êrîş û wehşetan bê girtin, divê teqes jin xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna hevpar bidin meşandin.