Li Rihayê keya û kurê xwe hatin binçavkirin 2017-07-12 12:22:28 RIHA – Li Rihayê keyayê taxa Ahmet Yasevî Omer Çîçek û kurê xwe Mîthat Çîçek di serdegirtina malê de hatin binçavkirin. Li navçeya nevendî ya Halîliye ya Rihayê duh polîsan bi ser mala keyayê taxa Ahmet Yasevî Omer Çîçek ve girt. Di serdegirtinê de keyayê taxê Omer Çîçek û kurê xwe Mîthat Çîçek hatin binçavkirin. Keya û kurê xwe li Midûriyeta Polîsan a Rihêyê tên ragirtin.