Bêyî bigihên hestiyên xizmên xwe çavên xwe damilandin 2016-12-09 09:18:16 STENBOL - Wek Dayika Berfo ya bi gotinên xwe yî “Ji ber min digot wê kurê min bê, min derî û kulek vekirî hiştin" di bîra mirovan de ma, gelek Dayikên Şemiyê jî, bêyî bigihên hestiyên zarokên xwe yî hatine windakirin, li jiyanê çavên xwe damilandin. Dayikên Şemiyê yên bi pirsa“Kiryar diyar in, lê winda li ku ne?" ji bo heqîqet derkeve holê û bi vî awayî li xizmên xwe yî winda digerin, têkoşîna wan 21 sal li pêyî xwe hişt. Dayikên Şemiyê yên evqas sal e, li gel çewisandin û êrîşên hemû hikûmetên hatin û çûn jî, bêyî bêjin berf û baran e, her roja şemiyê li Qada Galatasarayê tên gel hev, li aqûbeta zarok û xizmên xwe yî windayî dipirsin û diwazin kiryarên wan bên dîtin û hesab bidin. Ji Dayikên Şemiyê yên hin jê her hefte bi hêviya xwe bidgihînin kêlika gorekê tên Qada Galatasarayê, ji wan hin jê bêyî xwe bigihînin hestiyê zarok, hevjîn û xizmên xwe, temenê wan tê rê nakê û koç dikin. Roja berê dayika Ridvan Karakoç, Asiye Karakoç ji ber pençeşêra rovî û kezebê, bêyî xwe bigihîne zarokê xwe tevî karwanê dayikên çavên xwe damilandin û koçkirin bû. Ji remaza Dayikên Şemiyê yek jê dayika Cemîl Kirbayir, Berfo Kirbayir bû, ku ji 105 sal temnê xwe 33 sal jê di rêya lêgerîna kurê xwe de fida kir. Kirbayir ji windahiyên ewil ê derbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'yî ye û ev 36 sal e aqûbeta wî nediyar e. Dayika Berfo ya dev ji lêgerîna kurê xwe berneda û bi gotinên xwe yî "Ji ber min digot wê kurê min bê, min derî û kulek vekirî hiştin. Meh derbas bûn, roj derbas bûn, sal derbas bûn, lê kurê min nehat. Heke kurê min miribe qene bila cenazeyê wî bidin min" di bîra mirovan de ma, di dîroka têkoşîna 21 salî ya Dayikên Şemiyê de xwedî cihekî girîng e. DAYIKA BERFO NEGIHA HESTIYÊN KURÊ XWE CEMÎL Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan gotibû "Li pişt Dayikên Şemiyê hêzên cuda hene" û Dayika Berfo jî wiha bersiva wî dabû:"Li pişt me êşên me û neserîtawendina me heye." Heman Erdogan dawiyê bi Dayika Berfo re hevdîtin pêk anî û sozê ku ew ê kurê wê Cemîl Kirbayir bibîne da. Piştî gotinên Dayika Berfê "31 sal e digerim, kurê min bibîne", bi fermana Erdoganî di 9'ê sibata 2011'an de ji bo lêgerîna li aqûbeta Cemîl Kirbayir, li Meclîsê Komîsyona LÊgerînê hat avakirin. Lê belê, li gel hemû belge, agahî û beyanên di dest xwe Komîsyona Meclîsê de jî, Serdozgeriya Komarê ya Qersê der barê berpirsiyaran de doz venekir. Dayika Berfo ya Erdogan soz da wê jî, bêyî hestiyên kurê xwe bibîne di 22'yê sibata 2013'an de jiyana xwe ji dest da. TEMENÊ FATÎME TAŞKAYA JÎ TÊRA DÎTINA KURÊ WÊ NEKIR Yek ji Dayikên Şemiyê ya temenê wê têra dîtina kurê wê Huseyîn Taşkaya nekir jî, Fatîme Taşkaya ye. Taşkaya ji bo kurê xwe winda, Huseyîn, bi salan li Qada Galatasarayê rûnişt. Taşkaya dema ji bo aqûbeta kirê xwe diçe Muduriyeta Polîsan a Sêwrega Rihayê, rastî bersiveke wiha tê:"Careke din neyên cem me. Tevî kurên xwe yî din vir terk bikin, an wê ew jî winda bibin." Li ser vê Taşkaya jî wiha gotibû:"Heta ez hestiyên kurê xwe nebînim, naxwazim bimirim." Taşkaya li Qada Galatasarayê wiha bangî Serokwezîrê wê demê Erdoganî jî kiribû:"Kurekî min winda kirin, yê din jî bi operasyona KCK'ê girtin. Ev dewlet doza çi li me dike? Yekî windakirin, ma nebes e? Ma sûcê me kurdbûyîna me ye?" Lê belê Fatîme Taşkaya jî, bêyî xwe bigihîne kurê xwe, di 7'ê cotmeha 2015'an de li Tûzlayê jiyana xwe ji dest da. BÊYÎ HAY JI AQÛBETA HEVJÎNÊ XWE ÇÊBIBE JIYANA XWE JI DEST DA Ji Dayikên Şemiyê yek jê jî, Kîraz Şahîn e ku, bêyî hay ji aqûbeta hevjînê xwe Îsmaîl Şahîn ê di 1996'an de hat windakirin bibe, jiyana xwe ji dest da. Hevjînê Şahîn, li Şaredariya Beyoglûyê karkerê paqijiyê bû û di 18'ê çileya 1996ân de hat windakirin. Kîraz Şahîn di 2011'an de dema Serokwezîrê wê demê Erdogan bi malbatên xizmên xwe windakirine hevdîtin pêk anî bû wiha gotibû:"hevjînê min karkerê we bû, di dema saetên mesaiyê de winda bû. Daxuyandina aqûbeta Îsmaîl Şahîn berprisiyariya we ye jî." Lê Kîraz Şahîn jî ji ber pençeşêra madeyê di 27'ê sibata 2015'an de jiyana xwe ji dest da û li gundê Gûbyar ê Almûsa Tokatê hat definkirin. ŞAHSENEM CÎHAN LI CEM KURÊ XWE HAT DEFINKIRIN Dayika Şemiyê Şahsenem Cîhan jî, bêyî darizandina kiryarên kurê xwe Suleyman Cîhan ê di bin çavan de bi îşeknecyê hat qetilkirin bibîne, jiyana xwe ji dest da. Suleyman Cîhan di 29'ê tîrmeha 1981'ê de ji aliyê Mehmet Agar û ekîba wî ve hat binçavkirin û li Bostanciyê ew birin malekê û ji qata 6'emîn ve avêtin erdê. Dayika Cîhan, Şahsenem Cîhan jî di 29'ê gulana 2015'an de li jiyanê çavên xwe damilandin û li Goristana Ferîkoyê li cem kurê xwe hat definkirin. KESRIYE DEMÎR A DIPIRSÎ ‘ÇI BÛ JI KURÊ MIN?' Abdûrahhîm Demîr (21), di 17'ê tebaxa 1995'an di dema OHAL'ê de li Mahsertêya Mêrdînê ji aliyê leşkeran ve tê binçavkirin û careke din agahî jê nayên wergirtin. Dayika Demîr, Kesriye Demîr jî bêyî xwe bigihîne hestiyên kurê xwe jiyana xwe ji dest da. Demîr wêneyê kurê xwe hildigire û diçe qereqolê. Qereqol jê re dibêje "Kesekî wiha nehatiye binçavkirin" û Demîr wiha dipirse:"Çi bû ji kurê min?" CEVRIYE ALTÛNBAŞ BÊYÎ KULÎLKAN DEYNE SER GORÊ ÇAVÊN XWE DAMILANDIN Cevriye Altûnbaş, dayika Zekî Altûnbaşê ê ku di dema 12'ê îlonê de leşker bû û hatbinçavkirin û careke din agahî jê nehatin wergirtin jî, di dema lêgerîna kurê xwe de jiyana xwe ji dest da. Cevriye Altûnbaş a ku dixwest gora kurê wê hebe û bes xeyala wê ew bû ku kûlûlkan deyne ser gora kurê xwe, bêyî hay xwe bigîhîne Zekiyê xwe di 31'ê adar 2015'an de li mala xwe yî li Yalovayê jiyana xwe ji dest da. ZEYNEP GUNEY A NAVÊ KURÊ XWE LI DILÊ XWE NIVÎSAND Dayika Veysel Guneyê ji windahiyên 12'ê Îlonêî Zeynep Guney jî yek ji wan Dayikên Şemiyê ye ku, bi çavên xwe gora kurê xwe nedît. Guney a di 13'ê cotmeha 2012'an de jiyana xwe ji dest da nameyek ji Qada Galatasarayê re şandibû û ji bo kurê xwe Veysel wiha gotibû:"Min wêneyê wî li çavên xwe çêkirin, navê wî jî li dilê xwe nivîsandiye." FÎNCAN BÎLGEN A BI HÊVIYA DÊ ROJEKÊ KURÊ WERE HER MA Talat Turkoglû yê di 1'ê nîsana 1996'an de ji Edîrneyê ber bi mala xwe yî Stenbolê ve vedigeriya û careke din agahî jê nehatin wergirtin, dayika wî Ziynetî Turkoglû jî bêyî xwe bigihîne hestiyên kurê xwe koç kir. Fîncan Bîlgîn jî yek ji wan Dayikên Şemiyê ye ku, bêyî hay ji aqûbeta kurê xwe Kenan Bîlgîn ê di 1994'an de li Dîkmena Enqereym li rawestgeheke otobosê hat binçavkirin û careke din agahî jê nehatin wergirtin, çêbibe jiyana xwe ji dest da. Fîncan Bîlgîn, her bi hêviya, "Tiştek bi Kenan nehatiye, wê rojekê were" dijiya. PIŞTÎ SALAN TEVÎ KURÊ XWE HAT DEFINKIRIN Seyhan Dogan, di 2-6'ê mijdara 1995'an de li Kerborana Mêrdînê tevî 9 kesan tê binçavkirin û careke din agahî jê nayên girtin. Piştî 18 salan di dema kolandinan de hestiyên Seyhanê 13 salî tên dîtin. Dayika Asiye û bav Ramazan Dogan ê bi salan li kurê xwe Seyhan geriyan, bi hev re hatin definkirin.