YCÊ sîwana parastin û rêxistina ciwanên êzidî ye 2017-07-12 13:04:17 NAVENDA NÛÇEYAN - Encamnameya 1'emîn Kongreya Meclisa Ciwanên Şengalê ya di 7’ê Tîrmehê de bi dirûşma ‘Bi yekitiya ciwanên êzidî, dê xweserî misoger bibe’ li çiyayê Şengalê hatibû lidarxistin. Dê ciwanên êzidî bi navê Yekitiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) xwe bi rêxistin bikin. Di 7’ê Tîrmehê de 1'emîn Konferansa Meclisa Ciwanên Şengalê li çiyayê Şengalê hat lidarxistin. Civîna bi dirûşma ‘Bi yekitiya ciwanên êzidî, dê xweserî misoger bibe’ dest pê kir, 220 ciwan tevlê bûn. Ciwanên li çiyayê Şengalê, Wargeha Newroz, Ciwanên Êzidî yên Kantona Cizîrê, Ciwanên Ewropayê, Yekitiya Ciwanên Rojava, Tevgera Ciwanên Mexmûrê beşdarî kongreyê bûn û dê ciwanên êzidî xwe di bin navê YCÊ'yê de bi rêxistin bikin. Meclisa Ciwanên Êzidî di despêka daxuyaniyê de rewşa siyasî ya herêmê jî nirxand û ev tişt got: “Em di qonaxek krîtîk re derbas dibin. Ji ber wê pêwîstî bi tekoşînek xurt û pir alî heye. Li aliyek din jî erka çareseriya pirsgirêkên civakî û rêxistinkirina civakê li pêşiya me ye. Yek ji erka me ya herî sereke ewe, birînên fermanê bên dermankirin. Erka sereke rizgarkirina ax, dayik, keç û xwişkên me yên dîl girtî ne.” HÊZÊN PARASTINÊ XURT DIKIN Yek ji biryareke girîng di kongreyê de hat girtin jî avakirina rêxistiniya ciwanan ya bi navê Yekitiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) ye. Di heman kongreyê de seferberiya mezinkirina hêzên parastinê yên wekî YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê jî hat îlankirin û biryar hat girtin ku ji bo avakirina Hêzên Parastina Cewherî jî xebat bên destpêkirin. LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊKOŞÎN DIVÊ Ciwanên êzidî plansaziyeke çalakiyan û biryarên girîng jî di kongreyê de girtin. Yek ji van xalên ku di serî de destnîşankirine jî têkoşîna ji bo li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û tê gotin ku ew ê li dijî esareta Ocalan têkoşînê xurt bikin. Ciwanên êzidî biryar girtin ku ew ê bi her awayî li dijî dagirkeriya axa xwe tê bikoşin û ev tişt hat gotin: “Li dijî dagirkirina welat û Êzîdxana pîroz her cure çalakiyên protesto, daxuyanî, kampanyayên îmzeyan û hwd. bi pêş bixin.” Ciwanên êzidî têkildarî xwe rêxistinkirinê jî gelek biryarên girîng girtine û ev biryar wiha hatin rêzkirin: - Her komîteyek li gorî pêwîstiyên kar û xebatên xwe, komunan ava bike. - Bi perspektîfa 1'emîn Kongreya Ciwanên Êzidî lijneyên pêwîst (xwendekaran, ragihandin, perwerde, çand û huner û werzîş û hwd.) ava kirin. - Di nava karkerên ciwan ku diçin derveyî Şengalê, rêxistinkirina wan. - Ji bo Yekitiya Ciwanên Kurdistanê û Rojhilata Navîn yek kirina ciwanên êzîdî di qada neteweyî û navneteweyî de armanc dike. - Di nava Meclisa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê de nûnertiya xwe dibîne û di warê rêxistinî de pêşengiyê dike. Ciwanên êzidî îşaret bi rêxistinkirina xweser ya jinên ciwanên êzidî jî dike û hat ragihandin ku rêxistinkirina xweser ya jinên ciwanan jî biryareke wan e girîng e. Di dawiya Kongrê de berxwedana gelê Efrînê ya li dijî êrîşên dewleta tirk hat silavkirin. Her wiha di kongreyê de hat destnîşankirin ku ciwanên êzidî wê alîkariya leşkerî û mirovahî ya gelê Rojava di karesata 3’yê Tebaxa 2014’an de tu carî ji bîr nekin û di rojên giran û zehmet de her tim bi wan re bin.